Li Antalyayê jineke ji Sûriyeyê hat kuştin 2018-02-23 12:41:58 ANTALYA - Li Serîkê hin kes an jî kesên nenas Bahria Aljamoud a ji Sûriyeyê kuştin.  Li Taxa Cûmhûriyet a navçeya Serîk a Antalyayê, kes an jî kesên nenas Bahria Aljamoudê li mala wê bi kêran kuştin. Hevjînê Aljamoud ku dema nîvê şevê hat malê, li malê çav li cenazeyê hevjîna xwe ket. Hevjînê Aljamoudê hayê polîsan bi rewşê xist. Polîs û ekîba tenduristiyê yên hatin malê, cenaze raçav kirin û diyar kirin ku 3 derb kêr li sînga wê hatiye xistin.   Ji bo otopsiyê cenaze rakirin Morga Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê.    Têkildarî bûyerê lêpirîsn hat destpêkirin.