Dozger nûçeyên ku rojnameger di medya civakî de parve kir sûc dît 2018-02-23 11:51:10 VAN - Dozger, der barê Rojnameger Selman Keleş de bi sedema nûçe di medya civakî de parve kirine bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" dozek nû vekir.  Serdozgerê Komarê yê Wanê, der barê Rojnameger Selman Keleş de ji ber nûçe di medya civakî de parvekirin bi îdîaya “Propaganda rexistinê kiriye" doz vekir. Ji ber Keleş nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Fransiz (AFP ) jî di navde nûçeyên gelek ajansan di medya civakî de parvekirine wekî “Propaganda rêxistinê" hesiband.    HEMÛ NÛÇE WEKÎ ‘PROPAGANDA’ HESIBAND   Dozger di îdîanameyê de hemû nûçeyên ku Keleş parve kiribûn wekî "Propaganda" hesiband û parast ku bi belavkirina van nûçeyan re li pêş propaganda rêxistinê vekiriye. Dozger parast ku nûçeyên hatine amadekirin bi armanca propaganda rêxistinê hatine amadekirin û rastiya wan nûçeyan tune ye.    Dîsa dozger di îdîanameyê de destnîşan dike ku Keleş ji sucdariya "Endamtiya rêxistinê" 8 mehan hatiye girtin û piştre serbest hatiye berdan. Dozger parast ku Keley di 20/03/2017'an de bi armcanca hedefê ji çalakiyên PKK'ê re çêke, keşîf kiriye û bi têkiliya endamên rêxistinê re xebat kiriye hatiye girtin û darizandina wî li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê didome.    Heyeta 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê îdîaname qebûl kir û bi dosyaya berê jê dihat darizandin re kir yek. Doz taloqî 5'ê Hezîranê kirin.