Li Kadikoyê 5 kes hatin binçavkirin 2018-02-23 11:46:22 STENBOL – Li navçeya Kadikoyê 5 kesên pankart vekirin û êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin, hatin binçavkirin.  Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê endamên Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) pankarte vekiribûn û êrîşên li ser Efrînê şermazar kiribûn. Polîsan duh bi ser mala endamên ESP’ê ve girt û 5 kes binçav kir. Hat zanîn ku der barê 3 kesan de jî biryara binçavkirinê heye.    Hat zanîn ku Ahmet Ayva, Maksut Toprak, Ozgur Baykara, Bariş Yildiz û Dogukan Onur Gursoy binçav kirine û birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.    Midûriyeta Polîsan a Stenbolê der barê mijarê de daxuyanî da û diyar kir k udi 31’ê çile de 8 kes li kolana Marmara ya Kadikoyê rê li trafîkê girtine û pankarta “Dawî li dagerkeriya Efrînê bînin” vekirine û 5 kes hatine binçavkirin û 3 kes jî ji ber ne li mal bûne nehatine binçavkirin.