Girtiyê 70 salî jiyana xwe ji dest da 2022-01-21 15:19:21 WAN - Ramazan Tûran ê 70 salî ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê di hucreya yek kesî de dihat ragirtin, jiyana xwe ji dest da.  Ramazan Tûran ê 70 salî li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind di hucreya yek kesî de dihat ragirtin. Hat zanîn ku Tûran krîza dil deras kirye û jiyana xwe ji dest daye.    Hat diyarkirin ku Turan beriya niha bi 20 rojan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn û pişt re hatiye girtin.    Îdareya girtîgehê li malbata Turan geriya û ji wan re ragihand ku Turan jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Turan ji bo otopsiy^rakirin Saziya Tiba Edlî ya Wanê.