Li Silopiya kesek hat girtin 2022-01-21 14:33:49 ŞIRNEX - Li navçeya Silopiya kesê bi navê Nurullah Çetîn hat girtin. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di 17’ê çile de polîsan welatiyê bi navê Nurullah Çetîn di serdegirtina malê de kiribûn binçavan.  Piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan Çetîn birin edliyê. Dozger îfade girt û bi daxwaza girtinê wî sewqî dadgehê kir. Dadger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtina Çetîn da û wî şandin Girtîgeha Şirnexê.    Polîsan di 12'ê mehê de di serdegirtinên malan ên li Silopiyê de 12 kes kiribûn binçavan.