DAIŞ'ê li Hesekê êriş pêk anî û şer derket 2022-01-21 14:20:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrişa çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Hesekê, di navbera şervanên QSD'ê û şaneyên razayî yên DAIŞ'ê yên li rojava û bakurê girtîgehê de şer diqewime.   Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyê û ewlekariyê hatin wergirtin, şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê 20'ê çileyê saet di 20:00 de êriş birin ser rojavayê girtîgeha Xiwêran a li Hesekê. Çeteyan hem çekên giran hem jî çekên ferdî bi kar anîn.     Beriya ku dest bi êrişê bikin, çeteyan xwestin wesayiteke bombebarkirî li ber deriyê girtîgehê biteqînin.   Ji ber ku ev hewldana çeteyan bi ser neket, vê carê li ber şîrketeke petrolê teqîn pêkanîn. Hate ragihandin ku şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê dûyê bi ser qadê ket ji bo êrişa li ser girtîgehê û xweveşartinê bi kar anîn.   Di heman demê de çeteyên li girtîgehê jî hewl dan derkevin. Pêşî li plana reva komî hate girtin, lê belê hin çeteyên DAIŞ'ê reviyan. Li gorî çavkaniyên ewlekariyê çeteyên reviyane jî niha di bin kontrola QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ne.    GIRTÎGEH HATIYE KONTROLKIRIN    Hêzên Antî Terorê li derdora Girtîgeha Xiwêranê 2 çeteyên DAIŞ'ê yên reviyan girtin. Piştî vê êrişê hêzên QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn derdora girtîgehê kontrol kirin. Lê belê li hin taxên li rojavayê girtîgehê û li bakurê girtîgehê, li hemberî şaneyên veşartî şer dewam dike. Hat ragihandin ku gelek çete hatine kuştin.   Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku QSD ji bo zerar neyê sivîlan gelekî bi baldarî tevdigere û ji ber vê yekê jî temamkirina operasyonê dereng ketiye.   ROJNAMEVAN BIRÎNDAR BÛ    Di êrişên çeteyên DAIŞ'ê de heta niha herî kêm 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Basil Reşîd jî di dema şopandina bûyerê de bi guleyên li sîng û zikê wî ketin birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.    Hate ragihandin ku hîn jî çete li hin odeyên girtîgehê hewl didin agir bi girtîgehê bixin.