Ji ÎHD’ê rapora Anatoliya Navîn: 83 jê giran 231 girtiyên nexweş hene 2022-01-21 14:14:46 ENQERE - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Enqereyê eşkere kir ku li girtîgehên li Herêma Anatoliya Navîn 83 girtî jê giran herî kêm 231 girtiyên nexweş hene.  Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê li avahiya xwe ji bo “Rapora Binpêkirinên Mafan a Sê Mehan a Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn” civîna çapemeniyê li dar xist û raporê eşkere kir.    Endama Desteya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen raporê eşkere kir û diyar kir ku ev rapora mehên cotmeh, mijdar û kanûna 2021’an e û di van mehan de ji 22 girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn 148 serlêdanên binpêkirinên mafan ên qewimîne wergirtine.    7 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA    Çevîrmen da zanîn ku li gorî daneyên wan û lêkolînên komeleya wan di mehên cotmeh, mijdar û kanûnê de li girtîgehên cuda yên Tirkiyê 7 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Çevîrmen destnîşan kir ku di van her sê mehan de li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn tespît kirine ku 39 jê jinên girtî bi gitşî 231 girtiyên nexweş hene û ji van girtiyan 83 girtî girtiyên nexweş in û rewşa wan he ku diçe girantir dibe.    HER CÛRE TUNDÎ LI GIRTIYAN TÊ KIRIN    Çevîrmen anî ziman ku girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn her cûre îşkence, muameleya xerab û neheqî li girtiyan tê kirin û mafê wan tên binpêkirin. Çevîrmen got tevî ku girtiyên nexweş nikarin li xwe binêrin jî nayên berdan û terkî mirinê hatine kirin. Çevîrmen da zanîn ku mafê tenduristiyê û tedawiyê yên girtiyan hatiye desteserkirin û birêkûpêk nayên tedawîkirin û ev dibe sedema mirina girtiyan. Çevîrmen got li girtiyan lêgerîna tazî û kelemçekirina ji pişt ve tê ferzkirin û ev neheqiya li hember girtiyan nayê qebûlkirin.