Li Şirnexê civîna ‘operasyonê’ li dar xistin 2022-01-21 14:01:34 ŞIRNEX - Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, Serfermandarê Tirkiyeyê Yaşar Guler, fermandarên hêzên hewa, derya û bejahiyê, bi fermandarên yekîneyên operasyonê yên li Herêma Kurdistanê re civîn li dar xistin.  Tirkiyeyê di 23’yê Nîsana 2021’an de li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe operasyona eskerî dabû destpêkirin. Di operasyonê de heta niha tu pêşveçûyîn nîne. Bi fermandarên yekineyên operasyonê re îro li Şirnexê civîneke balkeş hat lidarxistin.   HATIN ŞIRNEXÊ   Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, Serfermandarê Tirkiyeyê Yaşar Guler, Serfermandarê Hêzên Bejahiyê Musa Avsever, Serfermandarê Hêzên Derya Adnan Ozbal û Serfermandarê Hêzên Hewayî Hasan Kuçukakyuz îro hatin Şirnexê.    LI SÎNOR LÊKOLÎN KIRIN   Akar û fermandarên pê re ku Waliyê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan li Balafirgeha Şerafettîn Elçî pêşwazî kirin, li yekîneyên li ser sînorê Herêma Kurdistanê lêkolîn kirin.    BI FERMANDARÊN YEKÎNEYAN RE CIVÎN LI DAR XISTIN   Akar û fermandarên pê re ku piştî lêkolînan derbasî 23’yemîn Fermandariya Tumen a Piyade bûn, bi fermandarên yekîneyên operasyonê yên li Herêma Kurdistanê re civîn li dar xistin.