Ji bo Tugluk banga lezgîn li NY'yê hat kirin 2022-01-21 13:28:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Aysel Tuguk a rehîn û girtiyên din ên bi nexweşiya giran werin berdan name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re hate şandin. 43 baro, rêxistinên mafê mirovan ên Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û cîhanê ji bo ku balê bikişînin ser rewşa tenduristiyê ya siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku ji 28'ê kanûna 2016'an û vir ve girtiye, bi daxwaza lezgîn name ji komên xebatê û raportorên NY'yê re şandin.   Name ji Raportorê Taybet ê Dijî Êşkence û Tehdeyê ya NY'yê, Raportorê Taybet ê Dadger û Parêzerên Serbixwe, Raportorê Rewşa Parêzvanên Mafê Mirovan, Koma Xebatê ya Girtinên Kefî, Raportorê Taybet a Mijara Tendiristiya Zêhnî û Raportorê Taybet a Heqê Kêmaran re hat şandin.   'DIVÊ TUGLUK TAVILÊ WERE BERDAN'   Di nameyê de binpêkirina mafan a li girtîgehan û rewşa Tugluk hat destnîşankirin. Hate gotin piştî ku teşhîsa Demansê li ser Tugluk hatiye danîn rewşa wê girantir bûye û wiha hat gotin: ''Aysel Tugluk li gel nexweşiya giran jî di şertên berdest ên girtîgehê û dema hêla Covîd-19'ê de jî li girtîgehê de tê girtin. Ev jî nîşan dide ku saziyên rayedar ne li gorî hiqûqê û standartên navnetewî tevdigerin.'   Divê li dijî binpêkirina mafan a li ser Tugluk tê domandin destwerdaneke bi lezgînî were kirin. Lazim e Tugluk û girtiyên di rewşa wê de demildest bêne berdan û destûr were dayin ku rêxistinên mafê mirovan û derveyî hikûmetê bikaribin problêmên xwegihandina heqê tendiristiyê ya girtî û cezaxwariyan bîni ser ziman, peywirdarên bijîşkî bikaribin bi azadî krê xwe bikin û bikaribn serdana girtîgehên hikûmeta Tirk bikin û wan kontrol bikin."