Rêvebera Egîtîm Senê hat berdan 2022-01-21 13:28:16   AMED - Endama Desteya Kontrolê ya Navenda Giştî ya Egîtîm Senê Arzû Koç ku girtî dihat darizandindi danişîna ewil de hat berdan.    Endama Desteya Kontrolê ya Navenda Giştî ya Egîtîm Senê Arzû Koç di çarçoveya lêpîrsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin, di 14’ê mijdara 2021’an de hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Koç ku bi îdiaya “endama arêxistinê ye” tê darizandin li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Koç bi riya SEGBÎS’ê ji girtîgeha lê girtî ye beşdarî danişînê bû. Parêzerê wê û rêveberên sendîkayê jî li danişînê amade bûn.    Koç parastina xwe kir û xwest were berdan û beraetkirin. Parêzer jî xwest miwekîla wî were berdan.    Pişt re dadger bi sepana qedexeya derketina derve biryara berdana Koç da û danişînek din taloqî 30’ê adarêk ir.