Jinan ji bo doza Denîz Poyraz banga tevlîbûnê kirin 2022-01-21 13:17:12 ÎZMÎR - Platforma Jinan a Çigli, ji bo danişîna duyemîn a doza kujerê Denîz Poyraz jê tê darizandin ku dê di 24’ê Çileyê de were dîtin, banga tevlîbûnê kir. Platforma Jinan a Çigli, ji bo danişîna duyemîn a doza kujerê Denîz Poyraz a di êrişa avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hat qetilkirin, Onûr Gencer jê tê darizandin ku dê di 24’ê Çileyê de were dîtin, banga tevlîbûnê kir. Di civîna çapemeniyê ya li Şaxa Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Îzmîrê hat li darxistin de pankarta “Ji bo Denîz Poyraz edalet. Soza me ya ji bo Denîzê wê bibe aştî” hat daliqandin. Ji bilî endamên platformê, endamên DAD’ê jî tevlî civînê bûn. Di civînê de li ser navê platformê Emîne Akbaba axivî. Akbaba, bi lêv kir ku dixwazin li ser komkujiyê bipeçînin û wiha got: “Danişîna ewil a Denîzê di 29’ê Çileyê de hat dîtin. Helwesta rehet a Onûr Gencer a di danişînê de, parastina kujer a ji aliyê cendermeyan ve, astengkirina parêzer û temaşevanan a ketina eywanê û êrişa ser dayika Fehîme û xwişka wê dide nişandan ku Gencer ji kê hêzê digire.”   WÊ LI EDLIYEYÊ BIN   Akbaba, dazanîn ku wê li dijî tundiya dewleta zilam têkoşîna xwe bidomînin û wiha axivî: “Em bi daxwaza ji bo Denîzê edalet di danişînê de bin. Ji ber ku em weke jin dixwazin ku faîl weke kesekî xuya bike jî AKP’ya ku me jinan her roj dike hedef, van kesan bi bêcezatiyê xelat dike. Weke Dayika Fehîme got ‘Denîzek çû em ê hezar Denîz werin’. Ji bo hemû faîl derkevin holê di 24’ê Çileyê de ji bo li dijî edaleta zilam edaleta rast, ji bo em soza xwe ya dabû Denîzê dubare bikin, em ê li Edliyeya Îzmîrê bin.”