Kujerê Sertîp Şen beşdarî danişînê nebû 2022-01-21 12:44:46 COLEMÊRG - Çawişê pispor M.T. ê kujerê şivanê bi navê Sertîp Şen beşdarî danişîna ewil a dozê nebû.  Li gundê Wargenima bi ser navçeya Gevera Colemêrgê ve di 2’yê gulana 2019’an de Sertîp Şen ê 46 salî ku pezê xwe diçêrand ji aliyê leşkeran ve hat gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî mirina Şen, derbarê çawişê pispor M.T. ê ku bû sedemê kuştinê doz hat vekirin. Wî çawişê pispor bi sûcdariya “bûye sedemê mirina bi qestî” tê darizandin. Danişîn doza li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat lidarxistin.    Piştî 996 rojan danişîna ewil pêk hat. Ramazan Kurt ê parêzerê Şen û endamên OHD’a Colemêrgê û Baroya Colemêrgê beşdarî dozê bûn.    ÇAWIŞÊ PISPOR BI QESTÎ ÊRIŞ KIRIYE    Ramazna Kurt xwest kujerê Şen, çawişê pispor M.T. were girtin. Dadgehê bêyî ku hêcet nîşan da daxwaza girtinê red kir. Li ser vê yekê Kurt got çawişê pispor M.T. bi qestî û zanebûn êrişî Sertîp Şen kiriye û wî qetil kiriye û bertek nîşanî negirtina kujer da.    Dadger ji berk u wê şahid û bersûc neamade bûn danişînê taloqî 18’ê sibatê kir.