Hevdîtina 8 partiyan: Pêwistî bi hevkariya têkoşînê heye 2022-01-21 12:35:59 STENBOL - Endama Koordînasyona DÎB’ê Ayşegul Devecîoglû diyar kir ku li cem hatina hev ya 8 partiyan a bi banga HDP’ê gaveke girîng e û wiha got: “Pêwistiya Tirkiyeyê bi heviyeke wisa û hevkariya têkoşînê heye.” Gava ewil a Tifaqa Demokrasiyê ku demekî dirêje Partiye Demokratîk a Gelan (HDP) banga wê dikir û xebatên wê dimeşandin, di 18’ê Çileyê bi cem hatina hev a 8 partiyên çepgir û sosyalist a li Enqereyê, şênber bû. EMEP, EHP, Halkevlerî, SMF, TÎP, TOP û TKP di çarçoveya bangawaziya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hev kom bûn.   Endama Koordînasyona Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Ayşegul Devecîoglû, têkildarî li hev kombûna 8 partiyan, helwesta derket holê û Tifaqa Demokrasiyê nirxandin kirin.   HEVKARIYA TÊKOŞÎNÊ   Devecîoglû, bi lêv kir ku encama deklarasyonê erênî dibînin û wiha got: “Pêwistiya Tirkiyeyê bi heviyeke wisa û hevkariya têkoşînê heye. Em nizanin wê hilbijartin kengî çêbibe. Divê tifaqa demokrasiyê bibe bersiva pêwistiyên gel. Ji ber ku daxwaza gel a guhertin û verguhertinê heye. Lê hêj vîneke ku ji vê guhertin û veguhertinê re bibe bersiv derneketiye. Dema em van dinerin, em dibînin ku ev hatina cem hev gaveke gelek girîng e.”   PÊWÎSTÎ BI TIFAQA SÊYEMÎN HEYE   Devecîoglû, bi lêv kir ku tifakên Cûmhûr û Milet ji pêdiviyên gel re nabin çare û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê pêwistî bi tifaqa sêyemîn a ji daxwazên gel re bibe çareserî heye. Divê tevgereke demokrasiye ku gel bibe xwedî axaftin û biryar hebe.”   ‘BANDOREKE BAŞ LI GEL KIR’   Devecîoglû, anî ziman ku civîna hatiye lidarxistin bandoreke baş li gel kiriye û wiha axivî: “Ev jî dide nişandan ku daxwaz û heviyeke çiqas mezin heye. Tişta ku ji niha û pê ve dikeve ser partiyên hatin cem hev bi berpirsyartî tevbigerin. Ev di heman demê de berpirsyartiya li dijî gel e. Me di 16’ê Kanûnê de civînek li dar xist. Me ev partî hemû anîn cem hev. Me di civînê de bang li meclîsa DÎB’ê ku hemû lêgerînên tifaqê hembêz dike kir. Em vê banga xwe dubare dikin. Meclîsa DÎB’ê dikare bibe bingeheke ku gelek sazî dezgeh werin ba hev û temasî wan bike. Em hemû hêzan vedixwînin vê bingehê.”   MA / Kadîr Guney