Derbarê rojnamevan Guney de biryara ‘neşopandinê’ hat dayîn 2022-01-21 11:49:07 AMED - Derbarê rojnamevan Ayşe Guney a di çarçoveya lêpirsîna li dijî Komeleya Jinan a Rosayê hatibû binçavkirin de biryara “neşopandinê” hat dayîn.  Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî Komeleya Jinan a Rosayê lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsÎnê de li 14’ê tîrmeha 2020’an serdegirtinên malan pêk hatibûn. Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê û edîtora JinNewsê Ayşe Guney jî di nav de 26 jin hatibûn binçavkirin. Guney 4 rojan di binçavan de mabû û pişt re bi biryara şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve hatibû berdan. Dozger piştî 18 mehan derbarê lêpirsîna Guney de biryara “neşopandinê” da.