ATK nahêle girtiyê ji mêjî, dest û lingê xwe nexweş e were berdan 2022-01-21 11:21:36 ENQERE - Hayatî Kaytan ê destê wî yê rastê pûç bûye, tiliyên lingê wî yê çepê hatine jêkirin, tumora mêjî pê re heye û 19 sal in di girtîgehê de tê ragirtin, bi destê ATK’ê nayê berdan.  Girtiyên ku tevî nexweşiyên xwe yên giran nayên berdan, ji girtîgehê heta nexweşxaneyê ji aliyê hemû saziyên dewletê ve bi binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin. Hayatî Kaytan ê di lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, ji sala 2003’an ve li 5 girtîgehên cuda ku sirgunî wan hat kirin, ji bo xwe gihandina tedawiyê têkoşiya. Di vê navberê de rastî îşkence û mûamaleya xerab a nexweşxane û rêveberiya girtîgehê hat. Destê rastê yê Kaytan ku ji sedî 60 pûç bûye. Ji ber qerisînê tiliyên lingê wî yê çepê hemû hatine jêkirin, di bin linge wî de birînên mayînde hene û di mêjiyê wî de jî ûr heye.    REJÎMA SÛRIYEYÊ TESLÎM KIR   Kaytan, ê di sala 2001’an de ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve li bajarê Qamişlo hat girtin, di sala 2003’an de teslîmî Tirkiyeyê hat kirin û xistin Girtîgeha Erziromê. Di sala 2005’an de cezayê hefsê yê muebeta girankirî li Kaytan hat birîn û ewilî şandin Girtîgeha Enqereyê ya Jimara 1'ê ya Tîpa F'yê.    SER HIŞÊ XWE ÇÛ   Kaytan ê ji Enqereyê sewqî Girtîgeha Kirikkaleyê ya Tîpa F'yê hat kirin, ji ber sê caran ser hev nexweş ket û ji ser hişê xwe çû di sala 2009’an de rakirin Nexweşxaneya Nûmûne ya Enqereyê. Di mêjiyê Kaytan de ûr hat tespîtkirin û emeliyat bû. Nexweşxaneyê derbarê Kaytan ê piştî emeliyatê 2 meh û nîvan di nexweşxaneyê de ma, raporeke ku ‘mayîna wî ya di girtîgehê de rê li ber tu xetereyan venake’ amade kir.    SEWQ BÛN SEDEMÊ NEXWEŞIYAN   Kaytan, di navbera salên 2009 û 2011’an de mecbûr ma di 3 mehan carekê ji Girtîgeha Kirikkaleyê ji bo tedawiyê biçe Enqereyê. Kaytan ê dema sewqkirina nexweşxaneyê ku ji îşkenceyê ne cudatir nexweşiya fitika piştê lê derket, dûre nexweşiya fitiqa stû lê peyda bû. Saziya Tiba Edlî (ATK) ji bo Kaytan ê her roja diçû nexweşiyên wî pêş ve diçûn rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da. Di sala 2012’an ku dema kontrolkirinê derxistin 6 mehan, Dozgeriya Kirikkaleyê, ji bo Kaytan sewqî Girtîgeha Sîncanê were kirin, ji Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Kirikkaleyê rapora tenduristiyê xwest. Tevî ku Kaytan du caran çû nexweşxaneyê jî ne bi bijîjk dîtin ne jî karî derkeve heyetê.   HEMAN NEXWEŞXANE DU RAPORÊN CUDA   Rêveberiya Girtîgeha Kirikkaleyê jî berî ku li benda rapora heyetê bimîne, Kaytan di sala 2012’an de sirgunî Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê kir. Kaytan ê li Denîzliyê 4 mehan di hucreya yek kesî de û di şertên tecrîdê de hat ragirtin, ji ber emeliyata mejî ya derbaskirî, nobetên epileptik derbas kirin. Li ser vê yeke Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzliyê rapora “tena sere xwe nikare bimîne” amade kir û Kaytan girtin qawişa ku 3 kes dikarin lê bimînin. Lê heman nexweşxaneyê di rapora sala 2013’an de amade kir de got ku “dikare di şertên girtîgehê de bimîne û tena serê xwe bijî”.   DI GIRTÎGEHÊ DE ÎŞKENCE   Di encama hewldanên zêde de Kaytan di sala 2014’an de ji bo tedawiyê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Sîncanê bû. Li vir îşkence li Kaytan kirin. Li gorî daxuyaniyên parêzeran, midurê girtîgehê li pêş dozgerê înfazê gefa lêdanê li Kaytan xwar. Parêzeran, dan zanîn ku di serdanan de dîtine ku Kaytan di 15 rojan di bin şertên tecrîdê de hatiye ragirtin û ji bo ku dijî an najî 10 deqîqeyan carekê ji aliyê gardiyanan ve dihat kontrolkirin.    NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE   Kaytan ê piştî di Girtîgeha Sîncanê de 4 salan ma û sewqî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hat kirin, niha di hucreyeke 3 kesî de tê ragirtin. Kaytan ê tiliyên lingekî wî nînin û nexweşiyên wî berdewam dikin ji ber şertên tecrîda girankirî, hate asta ku nikare di girtîgehê de bimîne.    ŞERTÊN TECRÎDÊ    Kaytan, di nameya xwe ya dawî ku ji ÎHD’ê re şandibû de diyar kir ku di 31’ê Tîrmeha 2021’an de dema pêgermokî dikir ji ser hişê xwe çûye û berî ku serê wî li erdî bikeve hevalên wî ew girtiye. Kaytan, ê dema hat ser hişê xwe bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal û EKG, EEG û MR’a wî ya mejî hat kişandin. Kaytan ji bilî hatin û çûyîna nexweşxaneyê nabin cem bijîjkê revîrê.    Kaytan ê di lîsteya nexweşên giran a ÎHD’ê de ye, tevî hemû nexweşiyan û nikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne jî nayê berdan.    BILA WAN BIDIN ME   Xwişka Kaytan, Gulşen Kandemîr têkildarî rewşa birayê xwe wiha got: “Kekê min nikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne. Lê ATK’ê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da birayê min. Rapora ji sedî 60 astengdar ku Nexweşxaneya Nûmûneyê daye wî jî heye. Tiliyên lingê wî birine, mecbûre pêlavên taybet li xwe bike. Birayê min niha jî derkeve, rewşa wî ya ku derkeve tune ye.”   Kandemîr, mirinên di girtîgehan de çêdibin bi bîr xist û wiha axivî: “Em weke malbat dibêjin di girtîgehê de nayên dermankirin. Ne însanî ye ku tena serê xwe bimînin û biavêjin hucreyan. Bila wan bidin me em ê tedawiya wan bikin. Ew jî em jî dê xelas bin. Ez dikarim li derve lê binêrim. Ez dixwazim birayê min demildest were berdan û di şertên baş de were dermankirin.”   MA / Delal Akyuz