Jinên sendîkavan: Krîz kûr dibe, çareserî li kuçeyan e 2022-01-21 10:31:43 ENQERE - Sekretera Jinên KESK’ê Done Gevber Koyûn got ji bo ew dikarin bikevin pêşiya feqîriya jinan divê wekheviya zayendiya civakî were sepandin. Berdevka Komîsyona Jinan a DÎSK’a Enqereyê Nevîn Kiziloz jî got krîz kûr dibe lewma çareserî li kuçeyan e. Li Tirkiyê newekheviya zayendiya civakî heye. Ji ber polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinan jî herî zêde jin para xwe ji feqîriyê digirin. Ji xurekan bigire heta malzemeyên paqijiyê her tişt biha bûye û her roj ev tişt tên zemkirin û biha dibin. Bi bêkariyê re feqîrî zêde dibe û herî zêde xizanî tesîrek neyînî li ser jinan dike. Sekretera Jinan a Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher Koyun û Berdevka KOmîsyona Jinan a Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Enqereyê Nevîn Kiziloz li ser feqîrkirina jinan ji ajansa me re axivîn.    KEDA JINAN ‘BÊQÎMET’ TÊ DÎTIN   Koyûn da zanîn ku jin di warê xwegihandina çavkanî û dahatan de li gorî zilaman bi dezavantaj in û keda li ser spartian zayendiyê keda jinan bêqîmet tê hitşin û keda zilaman jî wek “biqîmet” tê dîtin û her tim mûçeyên zilaman ji yên jinan zêdetir e.    Koyun anî ziman ku feqîrkirina jinan ne di rojeva îqtidarê û ne jî di rojeva muxalefetê de ye û got: “Ev nêzîkatiya îqtidarê û muxalefetê rexne dikin. Jin li her qadê afirîner û hilberînerin. Pêşengên vê yekê ne. Divê polîtîkayên aboriyê li gorî wekheviya zayendiyê were kirin. Ji bo pêşî li feqîriya jinan were girtin û rê li ber qedirgirtina keda jinan were vekirin lazim e wekheviya zayendiya civakî were sepandin.”   ‘ÇARESERÎ LI KUÇEYAN E’    Berdevka Komîsyona Jinan a DÎSK’a Enqereyê Nevîn Kiziloz jî destnîşan kir ku li gel jin ne sedemên krîza aborî ne jî lê bedela krîza aborî û newekheviya zayendiya civakî jin didin û got: “Çareserî ne rêvebirina feqîriyê ye. Çareserî ew e ku feqîrî ji holê were rakirin. Krîz her roja ku diçe kurtir dibe. Di vê serdema dawî de barê jinan girantir bûye. Çimkî her tim jin dibin hedefa her tiştî. Bêkariya jinan gihîştiye 3 milyon û 693 hezaran. Divê qadên têkoşînê werin berfirehkirin. Li dijî feqîriyê û krîza aborî çareserî li kuçeyan û meydanan e. Divê jin xwe di vî warî de hin bêtir birêxistin bikin.”    MA / Berna Kişin