Dedeogullari: Îfadeyên 7 neferên malbata min li ber çavan nehatin girtin 2022-01-21 09:34:07 ENQERE - Çetîn Dedeogullari yê 7 ferdên malbata wî hatin qetilkirin diyar kir ku îfadeyên 7 ferdên malbata wî ya “Ji ber em kurd bûn me qetil kirin” ji nedîtî ve hatiye û berevajî gotinên rayedaran îdianame hatiye amadekirin.    Li navçeya Meramê ya bajarê Konyayê di 30’ê Tîrmeha 2021’an de kujer Mehmet Altûn bi sîleh û benzînê bi ser mala Malbata Dedeogullari ya kurd ku ji Qersê ne de girt. Kujer 7 ferdên malbatê li hewşa malê gulebaran kir û qetil kir. Beriya komkujiyê jî di 12’ê gulana 2021’an de kesên ji malbata Keleş û Çalik êriş biribûn ser ferdên malbata Dedeogullari û ew birîndar kiribûn. Kesên ji wê êrişê hatibûn girtin hemû yek bi yek hatin berdan û di çarçoveya dosyeyê de tenê kujer Mehmet Altûn girtî ye.    Endamên darazê tevî ewqas dem di ser komkujiyê re derbas bû jî heta niha lêpirsînek û şopandik bi bandor nekirine û di danişîna ewil de jî hat dîtin ku wisa biryardar in ku tenê dixwazin kujer Altûn bidarizînin. Ferdê ji malbatê tenê maye Çetîn Dedeogullari da zanîn ku kujer tenê ne Mehmet Altûn e.    Çetîn Dedeogullari bi bîr xist ku ew di serdema şîna malbata wî de bi Serokkomar Tayyîp Erdogan, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu re hevdîtin pêk aniye.    ‘DARAZ Û RAYEDAR DIXWAZIN SER KOMKUJIYÊ BIGIRIN’    Dedeogullari da zanîn ku rayedarên bi wan re hevdîtin kiriye jê re gotine wê bi her awayî û aliyî komkujiyê lêkolîn bikin û got: “Heta niha tu tiştekî nekirine. Hemûyan jî got divê faîl werin dîtin û cezakirin. Wan jî got kujer tenê ne kesek e. Le belê du îdianameyên di asta dozgeriyê de hatine amadekirin bi temamî spartine gotinên kesan. Malbata min hat tunekirin, lê tu kesî îfadeyên 7 kesan nedît. Bavê min jî û xwişk û birayên min navê kujer û alîkarên kujeran hemû nivîsandine û dane dozgeriyê lê belê dozgerî vê yekê ji nedîtî ve tê. Tevî ku gotine ‘ji ber em kurd in, rastî êrişê hatin’ jî lê dozger guh pê nekiriye. Hin saziyên dewletê dixwazin ser rastiya komkujiyê bigirin. Rastiya bûyerê û komkujiyê bi berfirehî nehat lêkolînkirin. Edalet tune ye. Dozgerî bêyî ku îfadeyên me bigire doznameyê pêşkêşî dadgehê kiriye. Me berê jî got û em niha jî dibêjin ji ber em kurd bûn hatin qetilkirin. Lê daraz û rayedar naxwazin ji vê bawer bikin. Hemû îfadeyên malbata min ên di êrişa 12’ê gulanê de li holê ne. Îhtîyaca sereke û bingehîn a Tirkiyê edalet e. Divê ji bo me û hemû malbatên din edalet pêk were.”    MA / Zemo Aggoz