Dadgeha Îstinafê biryara ku got 'Kurd nîjadeke cuda ne, propaganda ye' pesend kir 2018-02-23 11:03:49 STENBOL - Dadgeha Cezayê Giran a 35'emîn bi hinceta "Fikrên wekî ku tê îdiakirin hin welatiyên me kurd in û nîjada wan cuda ye, zimanekî wan ê cuda heye û xwedî dîrokeke bi hezaran salî ne tên enjektekirin û wekî propagandayê tên bikaranîn" doz li welatiyekî vekiribû û 2 sal û 6 meh ceza lê birîbû. Dadgeha Îstinafê jî ev ceza pesend kir.  Bi hinceta li ser medyaya civakî bi parvekirinên xwe "propagandaya rêxistinê" kiriye di 25'ê Îlona 2017'an de ciwanê bi navê Emrah Asyili hatibû girtin. Piştî girtina wî rojekê şûn de Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îdianameya der barê wî de amade kir û di îdianameyê de xwest di çarçoveya TMK 7/2'yan de bê cezakirin.    Di 21'ê Mijdara 2017'an de sal û 6 meh ceza li Asyili hatibû birîn. Lê belê dadgehê bi hinceta li ser medyayê sûc kiriye xwest cezayê wî bê zêdekirin. Li ser vê heyeta dadgehê cezayê Asyili kir 2 sal û 6 meh. Di biryara ku Dadgeha Cezayê Giran a 35'emîn a Stenbolê daxuyand de, wekî delîl gotinên skandalî cih girtin. Di beşa biryara ku hat daxuyandin de ev tişt hatin gotin:    “Bi taybetî jî li Herêma Anatoliya Rojhilatê, ji bo li derdora ku rewşa wê ya civakî-aborî nebaş e, perwerdehiyeke baş negirtiye bîrbiriya kurdbûyînê bê afirandin, fikrên wekî; li welatiyên me yên tê îdiakirin kurd û nîjadeke cuda ne, zimanekî wan ê cuda heye, xwedî dîrokeke bi hezaran salî ne, xaka ku lê dijîn ji berê de ya wan e û wekî Kurdistanê tê bilêvkirin, Newroz cejna felatê ya kurdan e û herêma ku wekî Kurdistanê tê bilêvkirin tim ji aliyê mêtinkaran ve hatiye dagirkirin tên enjektekirin. Yanî wekî propagandayê tên bikaranîn."    DI BIRYARA PESENDKIRINÊ DE HINCET NEHAT NÎŞANDAN    Lê belê parêzerên dozê biryara dadgeha herêmî veguhastibûn dadgeha îstinafê. Dadgeha Îstinafê bêyî ku hincet nîşan bide biryar pesend kir. Daîreya Ceza ya 2'yemîn a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Stenbolê di biryara xwe de îdia kir ku, bersûc li ser hesabên xwe yên Facebook û Twitterê de bi parvekirinên xwe rêbazên "şidetê û gefxwarinî" yên PKK/KCK'ê rewa nîşan daye û ew pesinandine. Di biryarê de hat derpêşkirin ku di encama darizandinê de delîlên hatine komkirin hatine raçavkirin û hatiye dîtin ku bersûc sûc kiriye û li ser biryara zêdekirina ceza di cî de ye. Dadgehê parast ku parastinên bersûc bi hincetên rasteqîne hatine redkirin û ji ber tu sedemên îstinafê tune ne û di biryara hatiye dayîn de sedemên dijhuqûqî nehatine dîtin.    Piştî teqezbûyîna ceza wê parêzerên dozê biryarê bişînin Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM).