HRW: Li Efrînê sivîl tên kuştin 2018-02-23 11:03:04 NAEVENDA NÛÇEYAN - HRW'ê ragihand ku ji ber êrîşên TSK’ê yên li dijî Efrînê zarok jî di nav de sivîl hatine kuştin. HRW'ê diyar kir ku li ser mijarê name ji rayedarên Tirkiyeyê re şandine, lê bersiv negirtine. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) diyar kir ku di êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên di bin banê wê de li Efrînê sivîl kuştine. HRW’ê got ku tenê di 3 êrîşan de 17 jê zarok 26 sivîl hatine kuştin.   Alîkara Dîrektorê Rojhilata Navîn a HRW’ê Lama Fakîn li ser mijarê daxuyanî da û wiha got: "Bi qasî ku tê dîtin, ji ber şêweyê êrîşa dawî ya Tirkiyeyê xeteriya koçberiyê û mirinê li ser sivîlan heye.   Eger Tirkiye bi israre ku naxwaze zerarê bide sivîlên li Sûriyeyê, pêwîste di vî warî de hê bêhtir hewl bide. Di vê çarçoveyê de divê êrîşên rê li ber mirina sivîlan vedikin lêkolîn bike û encamên vê lêkolînê jî ji raya giştî re eşkere bike.   Hate gotin, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan êrîşên 21, 27 û 28'ê Çileyê yên li Efrînê lêkolîn kiriye, bi wezîfedarên tenduristiyê û 7 şahidan re axiviye û wêneyên ji ezmanan jî li cihên êrîşê hatine kişandin, analîz kiriye. Di van êrîşan de 26 sivîl hatin kuştin, 17 zarok jî birîndar bûn.”   HRW’ê diyar kir ku 26'ê çileyê li ser mirina sivîlan name ji Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê re şandiye, lê bersiv nehatiye dayin.   Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê diyar kiribû ku ji ber êrîşên TSK’ê 27 jê zarok 176 sivîl jiyana xwe ji dest dane.