Qantirên bi şert hatin berdan di girtîgeha axur de ne! 2018-02-23 10:48:56 ŞIRNEX – 4 qantirên li Mêrgeh a Qilebana Şirnexê hatin binçavkirin û bi şert hatin berdan, niha di axur de tên girtin. Deriyê axurê qantiran tenê rojê 2 caran ji bo av û êm tê vekirin.  Leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Qilebanê li gundê Mêrgehê 4 qantirên C.A. desteser kiribûn. Xwediyê qantiran C.A. gotibû: "Leşkeran bi hinceta li ser wan çixareyên qaçax hebûn qantir binçav kirin û birin qereqolê. Piştî karê wan ê lêpirsînê qediya dê wan sewqî dozgeriyê bikin."    Piştî Ajansa Mezopotamya (MA) nûçe çêkir, qantin teslîmî xwediyê wan kirin. Xwediyê qantiran C.A. diyar kir ku "Hêj karê lêpirsînê bi dawî nebûye. Qantir bi şertê ku heta lêpirsîna wan bi dawî nebe em wan nefiroşin berdan."  Piştî nûçe hat weşandin Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, mijar bi pirsnameyê ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsî bû. Qantirên ku di 20'ê Sibatê de bi şert hatin berdan 3 rojin di axur de tên girtin. Deriyê axurê qantiran tenê rojê 2 caran ji bo av û êm tê vekirin.