Bi bombeyan Êrîşî karwana sivîlên diçûn Efrînê kirin 2018-02-23 09:49:19 EFRÎN – TSK'ê û komên girêdayî TSK'ê bi tombeyan êrîşî karwana bi hezaran sivîl têde hebûn a diçû Efrînê kirin. Di êrîşa bombeyî de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 12 sivîl jî birîndar bûn.  Piştgirî û xwedîderketina Efrînê didome. Karwana ku ji hezaran welatiyên Kantona Cizîrê, Herêma Firatê, Reqqa û Şengalê berê xwe dan Efrînê rastî êrîşa bombeyî ya TSK û komên girêdayî TSK'ê hatin. Di bombebaranê de 13 welatî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Piştî bûyerê ji welatiyên birîndar welatiyê ereb 28 salî Salim Xilêf jiyana xwe ji dest da.    Birîndar Baqî Xelîl (24), Reşîd Hisên Mihemed (22), Wensa Umer Şawîş (58), Xêrî Coqî Şengal (23), Rende Hisên Celal (20), Ekrem Bedran Biro (21), Rocvan (21), Xalid Tewfîq Elî (45) û Mihemed Xalid Yeqûb (60) li Nexweşxaneya Avrînê, Mihemed Şêx Nebî, Xalid Xelîl û Merwan jî li Nexweşxaneya Nubil û Zehra tên dermankirin.