Hrant Dînk hat bibîranîn 2022-01-19 17:30:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hatay û Edeneyê Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, di 15'emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, di 15'emîn salvegera qetilkirina wî de li Parka Înonuyê bibîr anîn. Nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr tevli bîranên bûn. Kesên tevli bîranînê bûn qurnefîl danîn ser wêneyên Dînk ên li erdê û mûm vêxistin. Li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Edeneyê Yakûp Ataş di bîranê de axivî. Ataş, destnîşan kir ku Dînk ji ber ku nasnameya ermeniyan diparast, ji ber zimanê xwe yê aştî û biratiyê, ji ber doza welatekî azad, wekhev ûa dil kir hat kuştin. Ataş got: "Dê piştevaniya me ya bi gelê ermenî re û hewldanên me yên ji bo aşkerekirina rastiyên dîrokî û hevrûbûna civakê bidomin."    Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir ku dê têkoşîna Dînk bidomînin. Hatîmogûllari, anî ziman ku Dînk ji ber ku doza aştiyê dikir hatiye qteilkirin.    HATAY   ÎHD a Şaxa Îskenderûnê jî li avahiya xwe bi daxuyaniyekê Dînk bibîr anî. Hevseroka ÎHD a Şaxa Îskenderûnê Ayten Kilinç, destnîşan kir ku dê Dînk di têkoşîna wan a dijî nijadperestiyê de bijî.   ÎHD a Şaxa Hatayê jî li avahiya xwe bi daxuyaniyekê Hrant Dînk di 15'emîn salvegera qetilkirina wî de bibrî anî. Hevserokê ÎHD a Şaxa Hatayê Tongûç Salmanoglû, anî ziman ku kiryarên cinayeta Dînk bi zirxê bêcezatiyê tên parastin û got: "Em ê di hemû têkoşîna xwe de Hrant Dînk li cem xwe hîs bikin û em ê ji bo wî bitêkoşin."    ENQERE    Înîsyatîfa Bîranîna Hrant Dînk, li ber avahiya ÎHD a Şaxa Enqereyê daxuyaniyek da. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû tevli bîranê bûn. Di bîranînê de dowîza bi kurdî ya li ser “Em hemû Hrant’in em hemû Ermenî nê” nivîsandî û dowîza bi tirkî ya li ser “Edalet ji bo Hrant Dînk" nivîsandî hatin hilgirtin.    Bîranîn piştî deqeyek rêzgirtinê bi daxuyaniyan dewam kir.    ‘ÊŞA ME BI QASÎ SERÊ DERZIYÊ JÎ NETEBITIYE'   Parlementera HDP'ê Kerestecîoglû ku di bîranînê de axivî, got: "Di ser êşa ku me li ber avahiya Sebatê jiya re 15 sal derbas bûn. Lê hê jî bi qasî serê derziyê jî netebitiye. Mirovekî herî aştîxwaz, herî wekhevîxwaz, herî zana hat kuştin. Wê rojêg otin ên kumspî, gotin Ergenekon, gotin Fetoyî. Lê a rast aqilê dewletê yê li pişt van cinayetan qte neguheriye. Me li Tirkiyeyê bêtamuliya li hemberî muxalifan, bêtamuliya li hemberî cenazeyê wît. Em bis ed hezaran kes di merasîma cenazeyê wî de meşiyan. Xwestin wî dengê aştîxwaz asteng bikin, lê nikaribûn. Em 15 sal in têkoşîna xwe xurtir dikin. Her diçe em bihêztir dibin. LEwma dê nikaribin bi ser bikevin. Teqez em ê bi ser bikevin. Hrant soza me ye, em bêriya te dikin Barîk, em pir ji te hez dikin."    'EM Ê NEDIN JIBÎRKIRIN'   Fîkret Başkaya ku li ser navê Înîsyatîfa Bîranîna Hrant Dînk axivî got: "Îro 15'emîn salveger qetilkirina Hrant Dînk e. 15 sal in hê jî ev cinayeta hov zelal nebûye. Wisa xuya ye dê zelal nebe jî. Ji lew re aramanca darizandinên tên kirin ewarekirin e. Ger kiryarê cinayeteke siyasî dewlet be, ne pêkan e rastî derkeve holê. Lê em ê nedin jibîrkirin. Em ê di ehr şert û emrcî de rastiyê bînin ziman."    BAJARÊN EGEYÊ   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê, di salvegera qetilkirina Hrant Dînk de daxuyaniyek da. Daxuyanî li Kolana KIbrsi Şehîtlerî ya Alsancakê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "15 sal kêm, tu li her derî yî, ahparig" nivîsandî hat vekirin û wêneyên Hrant Dînk hatin hilgirtin.    Ji bo Hrant Dînk û hemû kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe jid est dane rêz hat girtin.    Li ser navê girseyê Nûnerê DÎSK'ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari daxuyanî xwend. Sari got: "Em gelên Tirkiyeyê hemû Hrant in, em hemû Ermenî ne."    Sari, anî ziman ku 15 sal derbas bûne lê hê jî cinayet nehatiye zelalkirin û hesap nehatiye pirsîn.    Daxuyanî bi tilîlî û çepikan bi dawî bû.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mûglayê jî li Qada Sinirsizlik a Mûglayê daxuyaniyek dan û Hrant Dînk bibîr anîn   Li Bodrûmê jî li Qada Şaredariy bîranîn hat lidarxistin. PIştî deqeyek rêzgirtinê ji Şanoya Bajêr a Bodrûmê Mîhrîban Er, helbesteke ji bo Hrant Dînk hatiye nivîsandin xwend.