Biryara 'hepsa malê' ya derbarê hevşaredaran de piştî 613 rojan hat rakirin 2022-01-19 17:27:45     SÊRT - Biryara "hepsa malê" ya derbarê hevşaredarên Sêrt, navçeya Hawêl û Misircê de piştî 613 rojan hat rakirin.    Biryara "hepsa malê" ya derbarê Hevşaredarê Sêrtê Berîvan Helen Işik, hevşaredarên Şaredariya Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û Ozden Gulmez û Hevşaredarê Misircê Baran Akgul ku di 15'ê Gulana 2020'î de hatibû dayîn, hat rakirin.   Piştî îtiraza 21'emîn a parêzeran biryara "hepsa malê" hat betalkirin. Dadgehê ceza veguherand cezayê îmzeyê. Dê hevşaredar hefteyê carekê ji bo îmzeyê biçin qereqolê.