DTSO û ÎHD'ê banga hilbijkartina dersên bijarte yên kurdî kirin 2022-01-19 16:34:54 AMED- DTSO û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo dersên bijarte yên kurdî daxuyanî dan û banga hilbijartina dersan li malbatan kirin.  Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), derbarê dersên bijarte yên kurdî daxuyaniyek da. DTSO'yê, da daxuyaniya xwe de banga hilbijartina dersên bijarte yên kurdî li malbatên kurd kir û ev tişt got: "Xwendina kurdî ya weke dersa bijarte rexmî ku ne bes e jî ji bo girtina perwerdeya bi zimanê zikmakî ya zarokên me girîng e. Hilbijartina dersan di 21'e çileyê de bi dawî dibe. Ji bo perwerdeya kurdî li her qadên jiyanê bê bikaranîn û bigihîhe neslên pêşerojê berpirsyarî dikeve ser milê malbat, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, zanîngeh, akademîsyen û nivîskaran."   PÊŞBIRKA ÇÎROKAN   Di berdewama daxuyaniya xwe de DTSO'yê destnîşan kir ku wê pêşbirka çîrokên kurdî saz bike û têkildarî mijarê ev agahî dan: "Ji bo bi rê ve bİrina "Pêşbirka Nivîsandina Çîrokên Kurdî" wê bi beşdariya odeya û rêxistinên sivîl komîsyonek bê avakirin. Di pêşbirkê de 10 xwendekarên serkeftî dê bi tabletan bên xelatkirin. Her wiha wê Seta Wêjaya Kurdî diyarî hemû xwendekarên ku serî li pêşbirkê bidin bê kirin."   Şertên pêşbirkê wiha ne:   "* Wê çîrok bi zaravayên kurmancî û kirmanckî bên nivîsandin.    * Xwendekarên ku serlêdanê bikin divê bi belge nîşan bidin ku dersên bijarte yên kurdî hilbijartine.    * Wê pêşbirk di asta polên 5-6-7 û 8'emîn de bin.    * Herî kêm divê çîrok bi 400 peyvan bin.    * Xwendekarên ji Amed û navçeyên wê karibin serî li pêşbirkê bidin.    * Dîroka dawîn a serlêdanê 21'ê adara 2022; cihê serlêdanê Avahiya Xizmeta Bazirganî û Pişesazî ya Amedê ye."   ÎHD'Ê JÎ BANG KIR   Li aliyê din Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê jî banga dersên bijarte yên kurdî kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn, Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Jiyan Ormanli  û Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yakûp Guven, li ser hesabê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi dîmen ji bo hilbijartina dersên bijarte yên kurdî bang kirin. Ji bo ku zarokên kurd ji zimanê xwe yê zikmakî bêpar nemînin bang li malbatê kirin ku dersên bijarte yên kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin.