Ka binerin welatî çawa tê kuştin 2018-02-23 09:34:27 EFRÎN - Leşkerên komên girêdayî TSK'ê yên ketine axa Efrînê li ber çavan welatiyê ku li dijî desteserkirina traktora xwe bertekên xwe tîne ziman bi dehan gulelan dikujin.  Şerê li Efrînê di roja 35'an de berdewam dike. Rayedarên hikûmetê diyar dikin ku ew sivîlan nakujin. Lê dîmenê ku hatin bidestxistin, pir aşkere nîşan dide ku welatiyê sivîl ê bê parastin çawa tê kuştin. Leşkerên komên girêdayî TSK'e li ber çavan welatiyekî sivîl bi dehan gulan kuşt. Welatiyê ku li gund leşkeran traktora wî desteser kirine û li dijî vê yekê bertekên xwe tîne ziman ji aliyê leşkeran ve bi dehan gulan hat kuştin. Welatî ji aliyê leşkeran ve hat tazîkirin û dema welatî li dijî desteserkirina traktorê bertekên xwe anî ziman ji aliyê leşkeran ve bi dehan guleyan hat kuştin. Di dîmen de xuya dibe ku leşkerênk banda zer li milê wan hatiye girêdan û nîşan dide ku leşkerên OSO yên bi hevkariya TSK'ê şer dikin, çawa welatiyê tazî û bê parastin dikuje.    Li gorî çavkaniyan tê diyar kirin ku leşker girêdayî Koma Firqet El Hamza ne.