Ural: Dê Sûriye axa xwe biparêze 2018-02-23 09:16:11 EDENE - Lîderê Berxwedana Sûriyeyê Mîhraç Ural ê tev li Zîrveya Soçiyê bû, diyar kir ku hêzên gel û Artêşa Sûriyeyê bi ketina Efrînê re dê axa xwe biparêzin û ev tişt got: "Bila kes îdia neke ku YPG hêzeke cudakar e, bi hincetan dê negihêjin tu encamê." Lîderê Mukavemeî Sûriyye (Berxwedana Sûriyeyê) Mîhraç Ural, şerê 7 sal e li Sûriyeyê dewam dike, operasyona Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) a 35 roj e li dijî Efrînê dewam dike û yekîneyên girêdayê Artêşa Sûriyeyê yên derbasî Efrînê bûn de axivî.   Ural piştî li ser daweta fermî li bajarê Soçî ya Rûsyayê tev li Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê bû, Tirkiyeyê ji 3 dozên cuda der barê Ural de bultena sor derxist.   Lîderê Eniya Partiya Rizgariya Gelê Tirkiyeyê (THKP-C) Acîlcîler, demek dirêj bû li Sûriyeyê dima, berî 6 salan tevgera Mukavemeî Sûriyye ava kir û li dijî komên îslama radîkal dest bi şerê çekdarî kir.    Di sala 2013'an de li navçeya Reyhanliya Hatayê teqînek mezin pêk hatibû, 52 du kesan jiyana xwe ji dest dabû. Ji vê teqînê THKP-C Acîlcîler û îstixbarata Sûriyeyê sûcdar hatibûn dîtin. Ural sûcdariyên der barê xwe de red kir û gelek caran nûçeyên der barê kuştina wî de di medyayê de derketibûn.   'BÛYERA DUYEMÎ YA LÎVAYÊ YA ÎSKENDERUNÊ'   Mîhraç Ural diyar kir ku bi êrîşên dawî yên li dijî Efrînê re, dixwazin destkeftiyên gelê kurd tune bikin û wiha axivî: "Serokomar Tayyîp Erdogan ji ber ku nikare kurdan bixe rêya xwe, serî li 'rêya mirinê' dide. Tenê daxwazeke wan heye, kurdê mirî an jî kurdê stû tewandî dixwazin. Ji bo wê dem bi dem gefan dixwe, dem bi dem mudaxale dike, dem bi dem jî heta axa Sûriyeyê ji bo wê dagir dike. Tiştên li Cerablûsê diqewimin polîtîkaya îlhakê ye û tayînkirina waliyê sivîl jî îfadeya wê ye. Ev axa sûriyeyê ye û dixwaze ji bo xwe Îskenderuna lîvayî ava bike."   ‘DÊ VEGUHERE LÎSTIKA HARMAN DALI’   Ural bal kişand ser gef û gurên rêveberên Tirkiyeyê yên der barê Sûriyeyê de û ev tişt got: "Bi gotinên wekî 'Em ê taştêya sibê li Helebê, firavînê li Şamê û nimêjê jî li Mizgefta Emewiyan bikin', dixwestin armanca xwe ya li herêmê belavbûnê wisa moralîze bikin. Ev zilamana wekî ku derdiketin seyranê plan dikirin. Planekî wiha di cîhanê de tenê di Osmaniyan û berdewamiyên wan de tê dîtin. Kesên digotin 'Heke hûn bi piyên xwe bikevin Efrînê, hûnê serpiştê jê derkevin' bêdeng kirin, kesên aştî xwestin avêtin zindanan. 'Operasyona Çiqla Zeytûnê' di daîreyeke faşîst de vegeriya lîstika harman daliyê.   Ural komên di bin ala OSO'yê de anîn gel hev wekî "kerê mayînê" pênase kir û da zanîn ku piştî şer dest pê kir, ev komana têk çûn, para TSK'ê jî "hezîmet" ketiye.   ‘DIVÊ MAFÊ KURDAN BIKEVE BIN EWLEHIYÊ’   Ural destnîşan kir ku di şerê 7 salan ên li Sûriyeyê de, sedî 80'yê koman ji welat hatiye paqijkirin, hevkêşeya li Sûriyeyê derketiye holê jî pêvajoya çareseriyê diyar dike. Ural bi lêv kir ku hemû senaryoyên ku li ser badekên parçebûna Sûriyeyê li ser vê tabloya bên ava kirin îflas kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sûriye ne Osmanî ye û ne jî Împaratoriya Emewiyan e. Sûriye ne dewleteke ku axa neteweyeke din dagirkirî ye. Gelên 7 hezar salin li ser vê axê hukum dikin, xwedî çandek hevpar in, tu hêz nikare parçe bike. Di vî niştimanî de gelek tiştên kêm hene, lê hevpariyek mezin esas e. Divê mafê kurdan di vî niştimanî de aktîf be. Divê mafên civakî û siyasî yê kurdan di makeqanûna Sûriyeyê de bigirin bin ewlehiyê. Rêyên hevre jiyanê bi vî şeklî dikare pêk bê."   ‘DÊ HÊZÊN GELÊ SÛRIYEYÊ EFRÎNÊ BIPARÊZIN’   Ural anî ziman ku Tirkiye bi vê hişmendiyê berê xwe daye Serveke duyemîn û ev nirxandin kir: "Bila kes îdia neke ku YPG cudakariyê dike, bila kes kurdan sûcdar neke û li ser van hincetan xwe negihîne encamekê." Ural bal kişand ser Hêzên Parastina Neteweyî (NDF) ya girêdayê Artêşa Sûriyeyê jî û wiha dewam kir: "Dê hêzên gel û Artêşa Sûriyeyê bikevin Efrînê û bi her awayî axa xwe biparêzin."   Ural got ku êrîşên li dijî Efrînê di gelên Sûriyeyê de îffîal rakiriye û ev tişt got: "Hemû gel bi yek ruhî li dijî êrîşên li ser Efrînê derket. Gelê kurd hêzeke parastinê ya herêmî û Sûriyeyê ye."   ÊRÎŞA LI DIJÎ REYHANLIYÊ    Ural ê der barê wî de bultena sor hatiye derxistin, aşkera kir ku tu eleqeya wî bi êrîşa li Reyhanliyê re tune û ev tişt anî ziman: "Kesên di nava MÎT'ê de dixwestin Tirkiye û Sûriyeyê bidin şerkirin, Îsraîl û MOSSAD'ê, Lubnan û mafyaya Antakyayê tetik kêşiya vê kir."   Ural derbirî ku ew li ser daxwaza Rûsyayê tev li civîna li Soçiyê bûye.   MA / Hamdullah Kesen