'Em li hundir em jî dê li derve li ber xwe bidin’ 2018-02-23 09:14:20 COLEMÊRG - Li Colemêrgê Xizmên girtiyan ên bi salane zarokên wan di girtîgehan de, diyar kirin ku ew ferzkirina kincên yek tîp qebûl nakin û gotin: “Ew dê li hûndir, em jî dê li derve li ber xwe bidin.” Li Colemêrgê Malbat û xizmên girtiyan bertek nîşanî biryara ferzkirina kincên yek tîp a bi KHK’ê hat derxistin û amdekariyên wê li girtîgehan tên kirin, dan.  Kenan Kaya yê du serdeman di girtîgehê de ma û niha jî birayê wî Sînan Kaya di Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê de tê girtin, diyar kir ku di salên dawî de li girtîgehên Tirkiyeyê operasyonên teslîm girtinê pêş dixin û wiha axivî: “Ji sala 2009’an û heya îro li Tirkiyeyê operasyonên teslîmgirtinê dimeşînin. Li aliyekê dibin navê Ergenekon û Balyozê de qaşo operasyona li darxistin. Lê li kêleka van operasyonan, li dijî tevgera siyaseta kurd qirkirinên siyasî pêş dixin."    ‘EW LI HUNDIR EM DÊ LI DERVE DI BER XWE BIDIN'   Kaya, da zanîn ku dibin pêkanîna kincên yek tîpî de sedemên cûda hene û wiha got: “Hemû girtiyên Ergenekon û Balyozê hatin berdan. Lê siyasetmedarên kurd hîna jî girtîne. Kincên yek tîpî jî qaşo ji bo FETO’yan derxistin. Lê di rastiyê de ji bo girtiyên kurd derxistine. Em li dijî kincên yek tîpî ne. Kincên yek tîpî, ji bo kişandina rûmeta mirovane. Em qebûl nakin ku kincên yek tîpî ferzî girtiyên siyasî û FETO’yan bikin. Bi tu awayî em kincên yek tîpî qebûl nakin. Hemû hevalên me yên di girtîgehan de, dê li dijî kincên yek tîpî li ber xwe bidin. Heya  dawî emê piştgiriyê bidin girtiyan. Heya kengê kincên yek tîpî, yek ziman, yek netew û yek al?”   ‘EM BÊMAFIYAN QEBÛL NAKIN’   Bavê Mugdat Çiftçî yê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê girtin Avdel Çîftçî jî, diyar kir ku ew bêmafiyên li ser girtiyan qebûl nakin û wiha axivî: “Di edaleta pergalên cîhanî de pekanînên wiha tuneye. Kesek vê yekê qebûl nake. Ji bo kêmxistin û rencîde kirina kurdan dixwazin vê pêkanînê bixin pratîkê. Em naxwazin bêmafî li mirovan were kirin.  Doza me dozeke mafdare. Heya dawiyê emê piştgiriyê bidin zarokên xwe. Em zilm û bêmafiyên heyî qebûl nakin.”