ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2018'AN 2018-02-23 09:00:53 * Çiyayê Lelûn, cih û warê Êzidîyan e. Efrîn, bi gund, perestgeh, keşîşxane, ziyaretgeh û çavkaniyên xwe yên ku ji gelek şaristaniyan re hembêza xwe vekiriye û bi tipa “B” ku wateya pêjn-ferasetê pêş dixe yek ji perçeyê bihiştê ye. Efrîn di heman demê de yek ji war û bêndera çanda ku ji dîrokê heta îro damisiliye ye. Bajarê xwedî gundên Çilkanî, Çilmêra, Çilxane yên efsunî ye.  * Dayika Funda Gulmez a ku Umît Şenturk ew kuşt Sevîm Gulmez ji bo keça xwe edalet xwest, aşkera kir ku medyaya hewzê mêrê kujer diparêze û ev tişt got: "Dadgeh li pey hincetên 'tahrîkê' ye û dixwaze di vî warî de delîlan berhev bike."   * Li Colemêrgê Xizmên girtiyan ên bi salane zarokên wan di girtîgehan de, diyar kirin ku ew pêkanîna kincên yekê tîpî qebûl nekin û gotin: “Ew ê di hûndir de, em ê jî derve de li ber xwe bidin.”   * Şaredariya Bazîdê ya qeyûm tayîn kirin, bi hincetên wekî bi şaşî peykerê Ehmedê Xanî hilweşiya û dê di demeke kin de li cihê wê yê nû bê çikandin, 8 meh derbas bû hêj tu pêşketin tune. Li gorî welatiyên navçeyê, peyker ne bi şaşî bi zanebûn û zilimkarî hatiye rûxandin.   * Lîderê Berxwedana Sûriyeyê Mîhraç Ural ê tev li Lûtkeya Soçiyê bû, diyar kir ku hêzên gel û Artêşa Sûriyeyê bi ketina Efrînê re dê axa xwe biparêzin û ev tişt got: "Bila kes îdia neke ku YPG hêzeke cudakar e, bi hincetan dê negihêjin tu encamê."   * Rojnamevan-nivîskar Oya Baydar yek ji wan kesan bû li dijî operasyona Efrînê derket û ji wekîlan re name şand, ev pirsa kir: "Çima li dijî modela kurdan derdikevin?"    *  Aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek operasyon û binçavkirinên demên dawî yên li dijî siyasetmedarên jin nirxand, aşkera kir ku desthilatdariyê li dijî siyaseta demokratîk û jiyana azad a jinê şer îlan kiriye.   * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk îdianameya der barê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de hatiye amadekirin nirxand û bertek nîşanê gotina qaşo "Kurdistan" da û ev tişt got: "Kesên ku Kurdistanê wekî cudakariyê dibînin, ew bixwe cudakariyê dikin."   * Endamê Lijneya Rêveberiyê û MYK'a AKP'ê Prof. Dr. Mehmet Emîn Yilmaz, yê li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê peywirdar e, 2 kur, keç û zavayê xwe di beşa xwe de bi cih kir.   * 10'emîn danişîna doza akademîsyenên aştiyê dê li 32'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.00)   * "Rapora Binpêkirinên Mafan a Girtîgeha Xarpêtê" ya Şaxa ÎHD'a Amedê û Baroya Amedê bi hev re amade kir, dê bi daxuyaniyekê li Avahiya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê bê aşkerakirin. (11.00)    * Baroya Amedê ji bo balê bikişîne ser kuştina Tahîr Elçî, dê di hefteya 115'an de li ber Edliyeya Amedê çalakiya rûniştinê pêk bîn. (13.30)    * Karkerên ji Fakulteya Tibê ya Çapayê ya Zanîngeha Stenbolê hatin avêtin, ruxmê biryara dadgehê ya îadeya kar heyî jî ew negirtin kar, dê bi daxuyaniyekê li ber Fakulteya Tibê ya Çapayê şermezar bikin. (14.00)