Fermandarê NDF'ê: Em li Efrînê ne, em ê bi hevre biparêzin 2018-02-22 14:11:47 EFRÎN - Serokomar Erdogan bi xwe ji bo Hêzên Parastina Neteweyî ya Dewleta Sûriye (NDF) got "Me li wan xist paşve vedigerin". Dijberî gotina Erdogan li ser eniya şer yên navçeyên Cindirês û Raco yên Efrînê axivîn. Fermandarê NDF'ê Ebu Casim Mihemed, got: "Em li Efrînê ne, em dê bi hevre şer bikin."  Şerê TSK'ê li dijî Efrînê ku di 20'ê Çile de dest pê kiribû di roja 34'an de berdewam bike. TSK û Hêzên OSO, bi hevkariya hev bi tang, top û balafiran êrîşî Efrînê dikin. TSK ji bejahî û hewayî ax, gund û navçeyên Efrînê bombe dike. Li dijî hemû êrîşên Giran Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di ber xwe dide û li 7 eniyan şerên giran rû didin.    HÊZÊN NDF'Ê LI ENIYA CINDİRÊS Û RECO BI CIH BÛN   Gelê Efrînê û hêzên QSD'ê 34 rojin mil dane hev û axa xwe li dijî TSK'ê diparêzin. Piştî 33 rojan Hêzên Parastina Neteweyî ya Dewleta Sûriye (NDF), ji bo parastina sînorê Sûriye bi karwanekê hatin Navçeyên Efrînê û di sînorên Cindirês û Raco de cihên xwe girtin. Heta niha 2 kom bi karwanan hatin Efrînê. Karwanên endamên NDF'ê li ser sînorê Cindirês û Raco ku şer lê giran bûye cihê xwe girtin û peyam dan.    ERDOEGAN Û HIKÛMETA WÎ RED DIKIN   Hikûmeta AKP'ê û Serokomar Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdowan bi xwe duh di civîna Danasîn û Plana Rakirinê ya 11'emîn de red kir ku komên girêdayî Sûriye hatine Efrînê.  Erdogan, got: "Xwestin ji milê Başûr ve têkevenê. Lê topên me û SÎHA’yên me tişta hewce kirin. Paşve vegeriyan."    Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu jî iro di civîna piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Cezayirê Abdulkadir Mesahil de got. "Gelek agahî tên û diyar dikin ku dê hêzên nêzî rejîmê têkevin vir. Ger ku ji bo parastina PKK û YPG'ê bên vir em destûrê nadin wan."    FERMANDARAN LI ENIYÊ PEYAM ŞANDIN   Dijberî daxuyaniyên Erdogan û Çavuşoglu, Fermandarê Hêzên Parastina Neteweyî ya Dewleta Sûriye (NDF) Ebu Casim Mihemed, li eniya şer ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Fermandarê NDF'ê Ebu Casim Mihemed, li ser eniya şer yên navçeyên Cindirês û Raco yên Efrînê axivî û got: "Em li Efrînê ne, em dê bi hevre şer bikin."    ‘KOMA ME YA SÊYEMÎN JÎ TÊ'    Fermandarê NDF'ê Mihemed, anî ziman ku dema koma wan a ewil hatin Efrînê rastî êrîşa hêzên Tirkiye hatin û di êrîşê de 2 hevalên wan jiyana xwe ji dest dan.  Fermandar Mihemed, anî ziman ku tevî van êrîşan jî di demek nêzîk de koma wan a 3'emîn jî dê bê Efrînê û li vir parastinê bikin. Mihemed, anî ziman ku rayedarên Tirkiye diyar dikin ku ew ne li vir in û wiha got: "Koma me ya sêyemîn ji dê bê Efrînê. Yên wisa dibêjin rast nabêjin. Tirkiye bi van gotinan dixwazin êrîşên xwe yên li ser Efrînê berdewam bikin. Armanc dikin ku agê dagir bikin û li vir bi cih dibin. Em li vir in, Me li Cindirês û Recoyê cihê xwe girtiye û em di eniya şer dene.    ‘EFRÎN PERÇEYEKÎ SÛRIYE YE'    Fermandarê NDF'ê Mihemed, diyar kir ku ew  û kurd xwişk û birayên hev in û wiha got: "Em niha li Bakurê Sûriye Efrînê ne. Em jî wekî gelê Efrînê hatin Efrînê ji êrîşên Tirkiye biparêzin. Wekî rayedarên Tirkiye diyar dikin dê azidyê neynîn vir. Dixwazin kurdan ji ser axa wan koçber bikin.    'HETA NIHA WAN EM PARASTIN, NIHA JÎ EM DÊ WAN BIPARÊZIN'    Fermandarê NDF'ê Mihemed, anî ziman ku kurdên li Efrînê hêza Sûriye ya herêmê ye. Mal û milkê wan li vir in. Ew zarokên Efrînê ne. 6 salin warê xwe axa xwe û malên xwe diparêzin. Hetüa niha wan em parastin, ji niha û şûnde em dê biparêzin. Em dixwazin Efrînê ji TSK û OSO biparêzin."  Mihemed, bal kişand ser pratîka endama YPJ'e Barin Kobanê û anî ziman ku ev yek nayê qebûlkirin. Mihemed, anî ziman ku ji bo gelê Efrînê biparêzin hatin di eniyê de şer dikin.    MA / Nazim Daştan