Polîsan 2 xebatkarên rojnamê binçav kirin 2018-02-22 14:03:16   WAN - Li Wanê, polîsan xebatkarên rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Welat Şukran Erdem û Mîzgîn Fendîk binçav kirin.    Li Wanê, polîsan xebatkarên rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Welat Şukran Erdem û Mizgîn Fendîk ên serê sibe rojname belav dikirin, binçav kirin. Sedema binçavkirina Erdem û Fendîk nehat zanîn. Di heman demê de hîna jî nayê zanîn polîsan Erdem û Fendik birine ku derê.