Ji ber zimanê pêşniyaznamê bi kurdî bû esas nehat girtin 2018-02-22 12:37:48 ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê di 21'ê Sibatê de pêşnizyaznemyek berpêşî Meclîsê kir. Pênşniyaznameya bi kurdî bi hinceta "Dijî rêznameya hundirîn e" esas nehat girtin û hat îadekirin.  Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Leyla Bîrlîk, duh bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pêşniyaznameyek berpêşî Meclîsê kir. Pêşniyaznameya ku ji bo Wezîrê Karên Hundirîn Suleyman Soylu bibersivîne hat berpêşkirin bi kurdî û tirkî bû. Bi hinceta pêşniyazname "Dijî rêznameya hundirîn e" bêyî esas bê girtin hat îadekirin.    Di pêşnûmepirsa ku di 21'ê Sibatê berpêşî Meclîsê hat kirin de ev pirs hebûn:    “*Zimanê kurdî ku zimanê bi milyonan mirovî ye ji bo çi wekî sûc tê hesibandin?    * Li Tirkiyeyê ji bo naskirin, parastin û pêşxistina zimanên cuda wekî hikûmet polîtîkayên we hene?    * Ji bo li welatê me statuyeke fermî ya kurdî çê bibe, wekî wezaret xebatên we hene?   * Di Desteya Giştî ya Meclîsê de ji bo çi axaftina kurdî ya parlementeran di girtekan de wekî "zimanekî nayê zanîn" cih digire?    * Li gor Atlasa Zimanên Di Talûkeyê De Ne ya UNESCO, li Tirkiyeyê 18 ziman bi talûkeyê re rû bi rû ne. Ji bo parastina van zimanên navborî, wekî wezaret planeke we ya parastina ziman heye?