Polîsan li Dortyolê HDP'î binçav kirin 2018-02-22 12:35:15 HATAY - Hevseroka Navçeya Dortyol a HDP’ê Nazîha Vural û 6 kes bi hinceta derbarê wan de “Îxbar” heye hatin binçavkirin.   Li navçeya Dortyola Hatayê, polîsan serê dibê ser hin malan de girtin û bi hinceta derbarê wan de “Îxbar” heye, Hevseroka Navçeya Dortyol a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nazîha Vural û hevjînê wê Yilmaz Vural, Hevserokê Navçeya Dortyol a HDP’a berê Halîl Baybarîz, Yasîn Alî, Îbrahîm Derwêş û kesekê navê wî nehat zanîn ên ji Kobanê binçav kirin.   Polîsan 6 kesên binçav kirin, birin Midûryeta Polîsan a Dortyolê.