Meclîsa Tenduristiyê: Em dikarin şopa çekêm kîmyewî îspat bikin 2018-02-22 11:56:32 EFRÎN – Hevseroka Meclîsa Tenduristî ya Kantona Efrînê Encêla Reşo ji rêxistinên li ser çekên kîmyawî lêkolîn dikin xwest ku derbasî Efrînê bibin û li ser çekênku TSK li dijî wan bikar tîne lêkolîn bikin. Reşo, destnîşan kir ku ger rê li pêş van çekan neyê girtin dê felaketek mezin li pêş gel be.  Hevseroka Meclîsa Tenduristî ya Kantona Efrînê Encêla Reşo debrarê bikaranîna çekên kîmayawî li Efrînê ji ajansa me (ANHA) re axivî û bang li hemû rêxistinên di mijara xazên jehrî de eleqedar kir ku lêkolînê bidin destpêkirin. Encêla Reşo destnîşan kir ku TSK li dijî gel xaza klorê bikar anîye û wiha got: “Rewşa 6 birîndarên ku li gundên Erendê ya herêma Cindirêsê bi xaza kilorê jehrî bûn, diyar e. Di çavên wan de sorbûn û şewat heye. Çermên wan dixweirin, verşî û serêşî heye. Heta kesên ku ew rakirin nexweşxaneyê jî bandor bûn. Em beriya niha li gundên Um Hoş a kantona Şehbayê rastî tecurbeyeke wiha hatin. Ew di sala 2016’an de bû. Hemû tişt li ser birîndaran diyar bû. Di heman navenda pişaftinê me lêkolîn çêkir. Di wê demê de jî isbat bû ku xaza kilorê hatiye bikaranîn.”   'EM DIKARIN ÎSPAT BIKIN KU ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIKAR ANÎNE'   Encêla Reşo, Komkujiya li gundê Kobelê û birîndarên gundê Şêxurzê jî bibîr anî û wiha dom kir: “Laşê wan jî reş bû, ew ji madeyên ku di bombeyên ji aliyê balafir û topban de hatin avêtin pêk hat. Dema hin ji derve hatin em dikarin cenazeyan lêkolîn bikin û madeyên hatine bikaranîn isbat bikin.”   Encêla, zanîn ku bandora madeyên kîmyawî û jehrî ji hev cûdan ne û wiha dom kir: “Lê vê carê diyar bû ku xaza kilorê hatiye bikaranîn. Heger hemû kesên birîndar bûn li cihekî vekirîbana , wê bandora xazê hîn girantir ba, wê li cihekî girtî bêtir kişandibana. Me ji destpêkê de ji rêxistinên bi kar û barên çekên kîmyawî re eleqedar in xwest ku werin herêmê û lêkolînê bidin destpêkirin. Tiştê li ser canê birîndar û şehîdan diyar bû, bi xwe lêkolîn bikin. Welatiyên herêmê îro li ber rewşeke xeter in, heger bikaranîna çekên bi vî rengî careke din dewam kir. Hevkariya me bi rêxistin û komîteyên navdewletî re dewam dike, lê heta niha nerîna xwe derbarê binpêkirinên dewleta Tirk û êrîşa wê ya li Efrînê dengê xwe nakin.”   BIRÎNDAR HÊJ DI BIN KONTROLÊ DE NE   Hevseroka Meclîsa Tenduristî ya Kantona Efrînê Encêla Reşo di dawiya axafitna xwe de jî got ku wlatiyên birîndar niha têne dermankirin û di bin çavdêriyê de ne û ev tişt anî ziman: “Lê dibe ku rewşa wan piştî demekê ji dermankirinê xirabtir bibe. Ji ber bandora Kilorê girane û demek dirêj dimîne. Welatiyên li Um Hoş jî rastî êrîşa xaza kilorê hatin hîn di nexweşxaneyê de têne dermankirin.”