Cenazeyê Korkut a canê xwe da ber agir, birin Mêrdînê 2018-02-22 11:13:47 ÎZMÎR - Cenazeyê Nazelîn Korkut a 21 salî li Îzmîrê bi boneya 19’emîn salvegera 15’ê Sibatê ya radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar bike canê xwe da ber agir, birin Mêrdînê.  Xwendekara Zanîngeha Stenbolê Nazelîn Korkut a 21 salî di 14’ê Sibatê de bi boneya şermezar kirina 19’emîn salvegera 15’ê Sibatê ya radest kirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê, li taxa Kubîlay a navçeya Konak a Îzmîrê canê xwe dabû ber agir. Korkut, piştî bûyerê jiyana xwe ji dest da. Malbata Korkut cenazeyê keça xwe girtin û li Balafirgeha Îzmîrê bi balafirê birin Mêrdinê. Hat diyar kirin ku cenazeyê Korkut dê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bê definkirin.