Nameya ji Taha Akyol re hat nivîsin ‘bifikar’ hat dîtin 2018-02-22 10:52:26 ENQERE – Hevşaredarê Xîzanê Îhsan Ugur ê girtî têkildarî cilên yek tîp ji rojnameger Taha Akyol re name nivîsand. Name “bifikar” hat dîtin û lêpirsîn dan destpêkirin.  Hevşaredarê navçeya Xîzana Bedlîsê Îhsan Ugur yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye, têkildarî pêkanîna cilên yek tîp ji rojnameger Taha Akyol re name nivîsand. Rêveberiya girtîgehê dest danî ser nameye. Ugur ê ji 21’ê kanûna 2016’an vir ve girtî ye bi boneya îfadeyên di nameyê de lêpirsîn lê hat vekirin.    Rêveberiya girtîgehê gotinên di nameya Ugur a ku têkildarî banga hestiyariyê li sazî û dezgehan kiriye nivîsandiye “bifikar” dît û nameyê sewqî lîjneya dîsîplînê kir.    DESTÛRA 'SEHER' JÎ NEDABÛN    Ugur di 2’ê cotmeha 2017’an de dema ji Girtîgeha Xarpêtê sewqî Girtîgeha Amedê hat kirin, pirtûka “Seher” a Selahattîn Demîrtaş li gel xwe biribû. Rêveberiya girtîgehê ji pirtûkê re gotibû “Ne pirtûka dersê ye. Dibe ku rê li ber agahiya bêkontrol û şîfreyê vebike” û destûr nedabûn pirtûk derbas bibe.