Sariyildiz têkildarî îdiaya 'bombevan' de got: Bi xebatên xwe em wan zehf ditengijînin 2018-02-22 10:29:05 ŞIRNEX - Rojnameya Akşamê der barê Parlementerê HDP'ê Sariyildiz de manşeta "Kuryeyê bombeyê çû perwerdehiya bombeyê" avêtibû. Sariyildiz destnîşan kir ku ji bo ew binpêkirinên mafan parve bikin wê di meha Adarê de bi Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê re civînê çê bikin û nûçeyên bi vî rengî sirf ji bo bêîtibarkirina vê xebatê ne.  Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, têkildarî nûçeyên ku çapemeniya hewzê der barê wî de çê dike de axivîn. Sariyildiz, diyar kir ku ew ê li Parîsê têkildarî binpêkirinên mafan ên li herêmê civîn û konfreansan li dar bixin û nûçeyên tên weşandin jî ji bo astengkirina van civîn û konferansa ye. Sarilyildiz got: "Wê dadger, parêzvanên mafên miorvan û ramanwer tev li van civînan bibin. Demeke amadekariyên vê yekê tên kirin û Tirkiye jî hay ji van amadekariyan heye. Hem ji bo ser têkçûyîna xwe ya li Efrînê binuxumînin hem jî ji bo xebatên me bêîtibar bikin serî li vê îdiaya qirêj û bêehlaqî dan. Çimkî em di xebatên xwe de zêde wan ditengijînin. Ji ber vê yekê ev îdiaya tirsnak avêtin holê."    Sariyildiz got: "Bi vê îdiayê dixwazin ser têkçûyîna xwe ya Efrînê binixumînin." Sariyildiz ji hikûmeta Almanyayê ku rûniştan dayê xwest vê îdiayê lêkolîn bike.    Sariyildiz têkildarî manşeta rojnameya Akşamê "Kuryeyê bombeyê çû perwerdehiya bombeyê" ku der barê wî de avêtibû, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    ‘ÎDIA ENCAMA FERASETA ÇETEWARÎ YE'    Sarilyidiz destnîşan kir ku li Tirkiyeyê saziyên çapemeniyê ketine destê îktîdarê û got: "Ev rojname, malperên înternetê, ajans û trolên navborî wekî çeteyên îktîdarê dixebitin. Tu têkiliya vana bi rêgezên çapemenî weşanê re tune ye. Îdiaya ku der barê min de avêtin holê, encama feraseta çetewariyê ye. Qet neheyirîm. Berê jî îdiayên bi vî rengî kiribûn. Bêyî tiştekî berbiçav hebe van îdiayan davêjin holê. Lê dema îdiayê watedar e." Her wiha Sariyildiz bi lêv kir ku dema DAIŞ'ê êrîşî Kobaniyê kir jî der barê wî de nûçeyên bi vî rengî hatibûn çê kirin. Sariyildiz diyar kir ku ji ber wan dorpêça şikandibû û Kobaniyê neketibû, îktîdar bi hezîmeteke mezin re rû bi rû mabû. Sarilyildiz got demek berê jî li ber Meclîsa ku wezîr û wekîlên bi sed milyonan dolar dizîne mirov xwe şewitandin û ji bo ser vê yekê bê girtin berê xwe dan Efrînê û xwestin dagir bikin. Sariyildiz got ku lê belê kesên xwestin têkevin Efrînê li wir man û kesên li ber xwe didin gotin "Wê ev der bibe Vîetnama me" û wisa jî bû. Sariyildiz got: "Gotin em ê di 3 saetan de bistînin, lê di ser dagirkirina Efrînê re mehek derbas bû. Tu pêşketin tune ne. Çeteyên şandin wir zêde windahî dan."    Sariyildiz got ku hikûmet li Efrînê têk çûye û ji bo ser vê yekê bigire dixwaze rojeveke nû biafirîne. Sariyildiz destnîşan kir ku hikûmet wan hedef nîşan dide û bi vî awayî dixwaze xebatên wan krîmînalîze bike. Sariyildiz got: "Ji bo şerê ku li ser fermana Erdogan dest pê kir teşhîr bikim partiya min di Nîsana 2016'an de ez şandim Ewropayê peywirdar kirim. Ji bo sûcên li herêmê tên kirin, şerê tê kirin bi raya cîhanê re parve bikim li Ewropayê tev li gelek xebatan bûm. Xebatên me hatin asteke cidî. Armanca me ya sereke teşhîrkirina şer û sûcê li hemberî mirovahiyê tê kirin bû. Ji bo sûcdar bên darizandin em hewl didin."    ‘DIXWAZIN SER TÊKÇÛYÎNA XWE YA LI EFRÎNÊ BIGIRIN'    Sariyildiz destnîşan kir ku ew ê di Adarê de bi Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê û li Parîsê jî bi Sivîl Trîbûnal re têkildarî pêvajoya pevçûnî ya li herêmê û binpêkirinan mafan civîn û konferansan li dar bixin. Sariyildiz bi lêv kir ku ji bo ev civîn û konferansên wan bên astengkirin nûçeyên bi vî rengî tên çêkirin. Sariyildiz got: "ê dadger, parêzvanên mafên miorvan û ramanwer tev li van civînan bibin. Demeke amadekariyên vê yekê tên kirin û Tirkiye jî hay ji van amadekariyan heye. Hem ji bo ser têkçûyîna xwe ya li Efrînê binuxumînin hem jî ji bo xebatên me bêîtibar bikin serî li vê îdiaya qirêj û bêehlaqî dan. Çimkî em di xebatên xwe de zêde wan ditengijînin. Ji ber vê yekê ev îdiaya tirsnak avêtin holê."    BANG LI ALMANYAYÊ KIR    Sariyildiz destnîşan kir ku almanyayê mafê rûniştinê daye wî û ew li vir jiyana xwe didomîne. Sariyildiz bang li rayedarên alman kir ku vê îdiaya ku avêtina ser kesekî ku wan mafê rûniştinê daye wî lêkolîn bikin.    MA / Ozgur Paksoy