Hevseroka Malên Gel Aktaş binçav kirin 2018-02-22 09:46:58 ENQERE – Polîsan serê sibê li Enqereyê bi ser gelek malan de girt û Hevseroka Malên Gel Dilşat Aktaş jî di navde gelek kes binçav kirin.  Polîsan serê sibê li Enqereyê bi ser gelek malan de girt. Polisan di operasyonê de Hevseroka Giştî ya Malên Gel a di kongreya 29'ê Çile de hat hilbijartin Dilşad Aktaş, Endamên Malên Gel Alî Îmam Aydogan, Gulşah Ozturk, Sedat Çakmak, Furkan Bircan, Necla Duran, Durak Soyaslan û endamê Kolektifa Xwendekaran Tankut Serttaş û Meziyet Yıldiz jî di navde gelek kes binçavkirin. Parêzerê Malên Gel Denîz Ozbîlgî, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û got: “Ez ji bo danişîn û ziyareta girtîgehan hatim Antalyayê. Ez fêr bûm ku der barê min de biryara girtinê heye û li mala min û malbata min lêgerîn kirine. Ez di rêde me û vedigerim Enqereyê. Ger ku hewce be em bi daraza rayeya taybet a Tirkiyeya nû re rûqalî hev bên em dê bên ne pirsgirêk e. Bi xatirê we."   Hat fêrbûn ku di destê polîsan de lîsteya binçavkirina 17 kesan heye.    Piştî endamên Lijneya Rêveber a Navendî ya Malên Gel Kutay Meriç û Akademîsyenê Aştiyê Serdar Başçetin hatin girtin, endamên Malên Gel li Enqere û gelek bajarêndin li kolanan çalakî li dar xistibûn û girtin şermezar kiribûn.    LI ANTALYA 10 ENDAMÊN MALÊN GEL HATIN BINÇAVKIRIN   Li aliyê din di 20'ê Sibatê de li Antalya jî polisan bi ser malên endam û rêveberên Malên Gel de girtibûn û 10 endamên Malên Gel binçavkiribûn. Li bendê ye ku sibê wan sewqî dozgeriyê bikin.