Avakarê Partiya Na: Operasyona Efrînê întixara siyasî ye 2018-02-22 09:10:40 STENBOL - Avakarê Hayir Partîsî (Partiya Na) Tuna Beklevîç diyar kir ku operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê întixara siyasî ye û ev tişt got: "Wekîlên AKP'ê yên li dijî polîtîkaya siyasî ya AKP'ê dengê xwe dernaxin, mehkûmê girtigeha 'Birdoziya dijminahiya kurd in.' Ew der girtîgeheke şermê ye." Êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên girêdayên wê 34 roj in li dijî Efrînê dewam dike, zextên li ser dijberên şer jî dewam dike. Tuna Beklevîç ê li li dijî guhertina makeqanûnê di sala 2017'an de Partiya Na ava kir û ji bo hilbijartinê 2019'an bû bernamzetê Serokomariyê. Tuna der barê eniya neteweyî, operasyona li dijî Efrînê û rojeva siyasî de nirxandin kirin.   'DIVÊ DIL ŞIKESTINA KURDAN BÊ DERBASKIRIN'   Beklevîç diyar kir ku ji bo AKP'ê xwe muhafaza bike, hemû amûran dixebitîne û bi vê re civakê tixe yek tîp û wiha got: "AKP bi vê baweriyê niha her tiştî dike. Bawer dike ku dê mirovan bi vê rewşê bîne rê. Helwesteke Tayyîp Erdogan a wiha li holê ye. Piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê, wekî berdewama vê polîtîkaya tekparêziyê Eniya Neteweyî ava kirin. Ev enî ne ji bo Tirkiyeyê û ne jî ji bo Tayyîp Erdogan dê tiştekî qezenc neke. Dihe ku çenda salan Erdogan li desthilatdariyê bigire. Kesên di bingeha netewperestiyê de li desthilatdariyê û muxalefetê bimînin, tenê dikarin li ser lêlatekê (düzlem) biçin. Ev jî mehkûmê têkçûnê ne. Divê siyasetmedarên wekî me welat ji vî lêlatê derxin. Ji bo em ji vê lêlatê derkevin jî ne zimanê şer, divê zimanê nîqaşê em ava bikin. Li ser ew qas dilşkestinê, pirsgirêk û xeletiyan hûn nikarin bêjin ka 'em bira ne' û cîhanê sererast bikin. Divê hûn berî her tiştî dilşikestina kurdan derbas bikin."   'AKP'Ê PIRSGIRÊKA KURD KÛR KIR'   Beklevîç aşkera kir ku AKP'ê pirsgirêka kurd hêj zêdetir kûr kiriye, di vê saetê şûn de ne pêkan e pirsgirêk bê çareserkirin û wiha axivî: "Bi AKP'ê re piştî yek kurd nema, dikare bê çareserkirin. Nêrîna AKP'ê ev e." Beklevîç bertek nîşanî wekîlên AKP'ê jî da û aşkera kir ku wekîlên AKP'ê li dijî polîtîkaya wê dengê xwe dernaxin, kesên di nava AKP'ê de siyasetê dikin di bin zextên giran de ne. Beklevîç destnîşan kir ku ew demek dirêj bi AKP'ê re xebitî ye û vê beşa xwe bêdeng dike başi dizane û wiha pê de çû: "Ev mirov niha nikarin dengê xwe derxin, dema dengê xwe derxin dê zext û zilma li dijî wan, ji ya me muxalîfan zêdetir be. Dema em xwe ji AKP'ê rizgar bikin, em ê azad bibin. Lê ew ne azad in. Ew mehkûmê girtigeha 'Birdoziya dijminahiya kurd' a Tayyîp Erdogan in. Lê ji ber ku em niha di wê girtîgehê de nîne, em bi şans in. Ew girtîgeheke şermê ye."   'OPERASYONA EFRÎNÊ JI BO DENGAN DEST PÊ KIR'   Beklevîç derbirî ku ji mehekê zêdetir e Tirkiye operasyon daye destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pêwîstiya welat, Rojhilata Naîn, têkiyên tirk û kurdan ji çek, xwîn û hêsirên çavan tune. Pêwîstiya herêmê herî zêde bi demokrasî, aştî, edalet û hiqûqê heye. Tayyîp Erdogan tiştên min destpêkê gotin yekî jî nagire ber çavan û yên duyemîn esas digire. Ev şaşî ye. Operasyon destpêkê ji bo deng bigire dest pê kir, piştre xapiyan. Dawiya wê bû sedema windakirina dengan. Di vir de fikra girtina deng jî xwe xapandine e. Di operasyona Efrînê de deng (oy) dernakeve, berovajiyê wê wê de gelekî deng winda bike. Ji bo wê divê Tayyîp Erdogan vê yekê bibîne."   'DÊ TIRKIYE ÇI BIKE NIZANE'   Beklevîç anî ziman ku Erdogan li Efrînê 3 tiştên mezin winda kiriye û sedemên wan wiha vegot: "A yekemîn; Tayyîp Erdogan piştrast kir ku ew ê têkiliyên kurd-tirkan çareser neke. Ev piştrast kir. A duyemîn, ket bin barekî malî yê ew qas giran ku ne pêkan e Tirkiye vê yekê rake. Heta operasyon dewam bike dê zerara aborî dewam bike. Ji xwe aboriya kuk di zehmetiyê de bû, hêj zêdetir ket zehmetiyê. Tenê di meha Kanûnê de ji bo xizmeta parastin û ewlehiyê 10 milyar lîre hat xerckirin. Di meha Çileyê de hêj zêdetir bû. Di Sibatê de dê hejmarên zêdetir derkevin holê. Dema ev di butçeyê de xwe nede nîşan, rewşa xirab dê bi vekirî derkeve holê. A sêyemîn, dema ev bandorê li ser welatiyan bike, muxalîfiya welatiyan xwe dide der. Kesên di 16'ê Nîsanê de deng dan AKP'ê, niha muhasebeya wijdanî dikin. Ji ber ku mehek derbas bû Tirkiye ber bi kuve diçe, dixwaze çi bike ne diyar e."   'OPERASYON ÎNTIXARA SIYASÎ YE'   Beklevîç got ku operasyonê têkiliyên kurd û tirkan hêj zêdetir xirab kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di heman demê de di aboriyê de valahiyek mezin deket holê û ev întixara siyasî ye. Ez operasyonê wekî întixareke siyasî temaşe dikim."   MA / Bîlal Seçkîn-Necla Demîr