Faîl nedîtin, malbat deyndar derxistin 2018-02-22 09:07:20 ÎZMÎR - Mehmet Zekî Yilmaz ê berî 24 salan li Geverê winda kirin, malbata wî doza tazmînatê vekir û doz qezenc kir. Lê wezaretên Edalet û Karên Hundur îtîraz kir û li ser îtîrazê Dadgeha Îdarî ya Herêmî a Erziromê biryar xira kir û heqê lêçûna dozê jî ji malbatê xwest.  Mehmet Zekî Yilmaz ê 31 salî di 22'yê Sibata 1994'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê dema li ber dikana xwe bû, ew revancin û careke din agahî jê nehat girtin, doza ji bo faîl bên darizandin û kesê winda bê dîtin hat vekirin, 1'emîn Dadgeha Îdarî biryara "Ji bo dîtina faîlan, hêzên ewlehiyê di peywira xwe de bi qusûr hatin dîtin" da û malbat mafdar dît. Dadgehê di 8'ê Gulana 2015'an de biryara xwe aşkera kir û ji bo malbatê 35 hezar lîre madî, 400 hezar lîre jî manewî, bi giştî 434 hezar tazmînat xwest, her wiha biryar da ku faîza 24 salan jî bê hesab kirin û wê jî bidin malbatê.   Wezîrê Edaletê û Wezîrê Karê Hundur, biryar "Derveyê hiqûqê dîtin" û serî li Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Erziromê (BAM) dan. Dadgehê biryara tazmînatê xirab kir.   'BAZBENG (KOLLUK) PARÇEYÊ DARAZÊ YE’    Dadgehê hinceta xirabkirina biryarê, berî her tiştî di dozê de xebatên peywirdarên lêpirsînê, ka di nava fonksîyonên darazê û îdarê de cih digire an na, xwest bê zelalkirin. Dadgehê di dewama biryara xwe de aşkera kir ku îdarê berpirsyariya hiqûqa îdarî di çarçoveya lêkolîn û çalakiyê xwe de sînbor kir û ev tişt got: "Mercên darazî jî, dezgehên serbixwe yên ji derveyê darazê rayeya xwe didin xebatê û ji derveyê karê îdarî dimînin, bi vê rewşa xwe û ji ber peywira darazê ya ji derveyê rayeyê dimîne, ne pêkan e wekî sîxûrê îdarê tev bigerin. Di warê fonksiyonî de, ji daraz û rêvebirinê cuda, daraza ku dezgeheke serbixwe ye, xebatên der barê darazê de, li gorî xala 125'an girêdayî 'kar û çalakiyên' îdarî ye."   JI BO DOZ BIKEVE BER DEMBORÎYÊ 5 SALAN DEST NEDAN DOSYAYÊ   Ji ber ku lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Geverê bi hinceta "Ji ber 15 sal bi ser re derbas bû û ket ber demboriyê" û "Biryara bê şopandinê" hat dayîn, lê dema demboriyê ji ber ku 20 sal e, darizandin dewrî Serdozgerê Komarê yê Wanê kirin û di biryarê de ev nirxandin hat kirin: "Doza dewrî Serdozgerê Komarê yê Wanê kirin, 5 salan tu tişt nehat kirin, ji ber ku demborî ket 20 saliya xwe pêwîstî bi lêpirsînê nehat dîtin, di çarçoveya lêpirsînê de, lêpirsînek bê alî û serbixwe nehat bi rêvebirin, doz beyî ku bê şopandin bi dawî bû û ev jî li dijî hiqûqê ye û lêpirsîn kêm hatiye kirin. Di pêvajoya lêpirsînê de ji ber ku lêpirsînkirin bi bandor nehatiye kirin, faîl nehatiye dîtin û ji ber ku qusûra bazbend (kolluk) hatiye dîtin, çareserî di daraza edlî û peywira wê de nayê dîtin."   DADGEHÊ MALBAT DEYNDAR DERXIST   Dadgeh biryara darizandinê red kir û tazmînata ji bo malbatê hatibû dayîn betal kir, 990 lîre lêçûnên parêzer, 423 lîre 80 quriş lêçûnên dadgehê jî li malbatê birî. Parêzer Nezahat Paşa diyar kir ku ew ê ji biryarê re itiraz bikin, ew bendê nebûn biryarên wiha bên xirabkirin.   Hevjîna Yilmaz Kubra Yilmaz ji ber ku di sala 2003'yan de ji Wezîrê Edaletê Cemîl Çîçek re name şandibû, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" doz lê hat vekirin. Dosyaya Yilmaz jî di 23'yê Adara 2009'an de ketibû ber "Demboriyê" û hatibû girtin.    MA / Ahmet Kanbal