ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2018'AN 2018-02-22 09:00:03 * Berdevkê Komîsyona Aboriyê yê HDP'ê û Wekîlê Stenbolê Garo Paylan, aşkera kir ku Tirkiyeyê bi operasyona li dijî Efrînê re di warê aboriyê de bi rûxandinekê re rû bi rû ye. * Avakarê Hayir Partîsî (Partiya Na) Tuna Beklevîç diyar kir ku operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê întixara siyasî ye û ev tişt got: "Wekîlên AKP'ê yên li dijî polîtîkaya siyasî ya AKP'ê dengê xwe dernaxin, mehkûmê girtigeha 'Birdoziya dijminahiya kurd in.' Ew der girtîgeheke şermê ye."   * Bajarê Efrînê ku navê wê li ser hemû qadên xweza, dîrok, jiyan û civakê xuya dibe, cewherê wê di wêneyê ruyê wê de ye. Yekane bajarê ku rû di cewher de û cewher di rûde xuya dibe ye. Efrîn, li gorî pergala salnameya 9 ziyaretên bi navê jinê tên nasîn a ji 90 gir, 7 gelî, 7 bajarok û her bajarokek jî 52 gund girêdayi wê pêk tê hatiye avakirin.   * Li Mêrsînê masîgir Zeynel Mîhadîoglu, diyar kir ku masiyên ji wan dikirin, du kat difiroşin welatiyan û got: “Em hem deyndarin û hem jî li dijî bahozan li ber xwe didin. Em dixwazin masî li gorî mafê xwe bên firotin.”   * Mehmet Zekî Yilmaz ê begerî 24 salan li Geverê winda kirin, malbatê doza tazmînatê vekir û doz qezenc kir, li ser itiraza wezaretên Edalet û Karên Hundur, Dadgeha Îdarî ya Herêmî a Erziromê biryar xirab kir. Her wiha dargeh ji vê jî têr nebû lêçûnên darizandinê jî li malbatê bar kir.   * Polîsên ku xwendevanên bi kurdî li fîqê dabûn derb kiribûn, heta 27 sal û nîvan der barê ciwanan de ceza hatibû xwestin. Lêpirsîna ku der barê polîsên de hat vekirin, biryara ne şopandinê hat dayîn.   * Esnafê Sûka Kaleîçiyê ya dîrokî, aşkera kir ku ji ber OHAL û şerê li welat, karê wan sedî 70 ketiye û ev tişt gotin: "Em newêrin derkevin derve, dê tûrîst çawa bên?"    * Zeynep Altun wekî zarokeke sirgûnên Dêrsimê li Edeneyê hat dinê û di zarokatiya xwe de di karê giran de xebitî, vegeriya warê xwe û kargeha xwe ava kir. Altun bi têkoşîna li dijî hişmendiya serdest, ji bo jinan bûye çavkaniya moral û hêviyê.   * Serokê Şaxa Hejmar 2 ê DÎSK'a Îzmîrê Arîf Yildiz, bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê, aşkera kir ku her bombeya ku tê avêtin fatûreya wê ji bêrîka karker û kedkaran derdikeve.   * Sînan Îpek ê ku dayika wî nexweşa sîrozê ye 3 roje li hemû dermanxaneyan geriya derman ji bo dayika xwe nedît. Îpek îdia kir ku dermanfiroş li benda buhabûna dermanin, ji bo wê gelek derman nayên firotin.   * Şaredariya Şirnexê ya bi rêya qebûm desteser kirin, karkerên berê ji kar avêtin, li cihê wan rêveberên AKP'ê û xizmên cerdevanan tije kirin.   * Endamê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) berî doza Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlu dê li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00) BI DÎMEN E   * 4 akademîsyenên aştiyê yên îmzeya xwe avêtin bin danezana "Em ê nebin hevkarê vî sûcî" dê li 36'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derkevin pêşberî dadger. (09.00)    * 19 ji wan girtî û 29 rojnamegerên bi îdiaya "Medyaya FETO'yê ne" tên darizandin, dê danişîna doza biryarê li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, dê rapora salê ya bi sernavê "Rewşa Mafên Mirovan a Cîhanê ya ji sala 2017'an heta 2018'an" li Aynali Geçîtê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re parve bike. (10.00) BI DÎMEN E   * Dê 2'yemîn danişîna doza rojnameger Selman Keleş û Arîf Aslan li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin. (11:00)   * Bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dê li salona civînê ya VATSO'yê panel pêk bê. (12.00)   * Operasyona li dijî Efrînê di roja 34’an de ye dê geşedanên di vê der barê de bên şopandin.