‘Hêzên girêdayê Sûriyeyê dê ewlehiya sînor bigirin’ 2018-02-21 19:51:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Lijneya Rêveberiya TEV-DEM'ê Aldar Xelîl, diyar kir ku hêzên girêdayê Artêşa Sûriyeyê dê li ser sînor peywirdar bin û ewlehiya sînor bigirin.   Hevserokê Lijneya Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl, geşedanên dawî yên der barê Efrînê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re nirxand. Xelîl got ku Efrînê bi berxwedana xwe destna nivîsiye û gel bi vê berxwedanê navê xwe li dîrokê nivîsiye.   Xelîl aşkera kir ku bi karanîna gaza klorê sûcê mirovahiyê ye, divê hesab bê pirsîn, bêdengiya saziyên navneteweyî jî rexne kir û got ku divê hemû cîhan di vî warî de berpirsyariyên xwe bîne cih.   ‘BERXWEDANÊ PLAN XIRAB KIR’   Xelîl destnîşan kir ku berxwedan gelê Efrînê plana di navbera Rûsya û Tirkiyeyêde vala derxistiye û wiha got: "Di berxwedana Efrînê de kurd, ereb, sûriyanî, asûrî, turkmen û her kesî cih girt û peywirên girîng girtin ser milê xwe. Berxwedana Efrînê ji bo hemû gelan bû mînak."   ‘EFRÎN PARÇEYEKÊ SÛRIYEYÊ YE’   Xelîl da zanîn ku Efrîn parçeyekê Sûriyeyê ye û wiha pê de çû: "Roja ku êrîşa li dijî Efrînê dest pê kir, rêveberiya xweser a Efrînê daxuyanî da û aşkera kir ku ev herêm parçeyekê Sûriyeyê ye. Ev êrîş wekî dagirkeriya li dijî axa Sûriyeyê pênase kir. Got ku 'Divê Dewleta Sûriyeyê jî û arêşa wê ya fermî jî xwedî li axa xwe derkeve.' Dema vê bêje xwe wekî parçeyekê axa Sûriyeyê dibîne." Xelîl aşkera kir ku hêzên Kuvvet Şabî (Hêzên Gel) girêdayî Artêşa Sûriyeyê ne û diyar kir ku dê li ser sînor xwedî peywir bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev hêza berdevkên Artêşa Sûriyeyê ne. Dê di parastina sînor de bibin alîkar. Lê di warê hatina Efrînê de hêj ev xisûs nehatine rojevê. Ev dê di demên pêş de bên nîqaşkirin. Ew roj bê em ê bi berfirehî nêrînên xwe bînin ziman."