Nasnameya jina ciwan xwe şewitand diyar bû 2018-02-21 18:08:34 ÎZMÎR – Li Îzmirê ciwana ku xwe şewitand nasnameya wê diyar bû. Hat hînbûn ku Nazelîn Korku ya 21 salî ye û bi boneya 15’ê sibatê bedena xwe daye ber agir Li taxa Kubîlay a navçeya Konak a Îzmîrê şeva 14’ê sibatê jinek ciwan agir berdabû bedena xwe û ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dabû. Li ser vê jina ciwan nasnameya ku li ser navê Hulya Tekbey (23) hatiye sererastkirin derketibû. Li gorî beyanên şahidan tê texmînkirin ku cenaze aîdî Nazelîn Korkut a 21 salî ye. Li ser van beyanan agahî dan malbata Korkut a li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê.    Malbat hatibû Îzmîrê ji bo testa DNA’yê xwîn dabû Saziya Tiba Edlî. Test bi encam bû û xwîna malbat û cenaze li hev derket.    Di encama tektîkên pêk hatin de teqez bû jina jiyana xwe ji dest daye xwendekara Zanîngeha Stenbolê ye û Nazelîn Korkut e.     3 KES BINÇAV KIRIN    Têkildarî bûyerê 3 kes hatin binçavkirin û hat zanîn ku darizandina wan li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê didome.    DÊ LI MÊRDÎNÊ BÊ DEFINKIRIN    Dê malbat sibê cenaze ji Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê werbigire û bi balafirê dê bibe Mêrdînê û ji wir jî bibin li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê defin bikin.      Hat zanîn ku Korkut bi boneya radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê bedena xwe daye ber agir.