Aktîvîsta mafê mirovan Geylanî hat berdan 2018-02-21 17:08:17 ANTALYA – Aktîvsta mafê mirovan Meral Geylanî ya ku li ser îxbara tercûman H.B. hatibû girtin di danişîna ewil de hat berdan.  Di 11’ê cotmeha 2017’an de aktîvîsta mafê mirovan Meral Geylanî ya ku li ser îxbara tercûman H.B. hatibû binçavkirin û bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” û “Propaganda rêxistinê kiriye” hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Geylanî li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalya hat dîtin. Geylanî û parêzer di danişînê de amade bûn û danişînê bi xwendina nasname û îdianameyê dest pê kir.    Geylanî parastina xwe kir û xwest bê berdan û beratkirin. Parzer jî daxwaza berat û berdana miwekîla xwe kir. Dadagehê daxwaz qebûl kir û biryara berdana Geylanî da.