Dozger her tiştî wek ‘qaşo’ dît 2018-02-21 14:34:05 STENBOL – Di girtekên îfadeyên HDK’iyên hatin binçavkirin û girtin de siyasetmedar, hevşaredar, wekîl û saziyên kurdan temsîl dikin wek “qaşo” hat pênasekirin. Dozger ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan re jî got: “Tu demê dê ev daxwaz pêk neyê.”  Li Stenbolê di 7’ê sibatê de 30 endam û pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hatibûn binçavkirin. Ji 30 kesan 16 kes bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” hatin girtin. Di darizandina 30 kesan a li Midûriyeta Polîsan de axaftinên telefonê, beşdarbûna civînan, berpirsê giştî yê herêmê yê HDK’ê, organîzekirina daxuyaniyên çapemeniyê û gelek xebatên din kirin mijara sûcdariyê.    BEŞDARIYA ÇALAKIYA DAYIKÊN ŞEMIYÊ JÎ KIRIN SÛC    Di girtekên îfadeyan de beşdariya çalakiya Dayikên Şemiyê wek sûc hat nirxandin. Fitre û zekata ji bo bajarên heremê yên hatin hilweşandin berhevkirin jî wek hêmanên sûc hat nîşandan. Hat îdia kirin ku alîkariya hatiye berhevkirin li ser navê “PKK’ê û KCK’ê” wek “backirin” pêk anîne. Xebatên parlamenteran ên beriya referandûma 16’ê nîsana 2017’an a makezagonê wek “Li gorî rêxistina terorê, armanc û bîrdoziya wê tevger kirin” hat pênasekirin.    HER TIŞTÎ KIRIN ‘QAŞO’    Diyarkirina bernamzetên hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an wek hêmanên sûc hat nîşandan û ji bo wekîlên dê bihatana hilbijartin cih da îbareya “Qaşo wekîl.” Şermezarkirina siyasetmedarên kurd kirin sûc û bi dehan şaredariyên DBP’ê yên qeyûm tayînî şûna wan kirin jî wek “Qaşo şaredarî” hatin pênasekirin. Dozger siyasetmedar, hevşaredar, wekîl û saziyên kurdan temsîl dikin wek “qaşo” da pênasekirin û serî li sosretek din da. Dozger ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan re jî got: “Tu demê dê ev daxwaz pêk neyê.”