‘Zimanê kurdî çima dibe sedema suc?’ 2018-02-21 14:13:38 ŞIRNEX - Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, bi minesebata Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, zordestî û zextên li ser zimanê kurdî ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsî  Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, bi minesebeta Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, bi zimanê kurdî û tirkî pirsname da Meclisê. Bîrlîk bi bîrxist ku UNESCO di sala 1999’an de 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî qebûl kiriye û di sala 2000’an şûnde pîrozbahiyên roja ziman destpê kiriye.   Bîrlîk anî ziman çend sal in li Tirkiyeyê zordestî û zextên sîstematîk li ser zimanê kurdî tê meşandin û wiha got: “Ev polîtîkayên asîmîlasyonê ji aliyê desthilatdariyên niha li ser kar ve jî tê meşandin. Hê îro gelê kurd nikarin li ser axa xwe ziman xwe bi her avayî kar bênin. Her wiha nikarin ji mafên xwe yên perwerde û tendûrîstiyê sûd wegirin.”   Pirsên Bîrlîkê yên bi daxwaza ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ve bên bersivandin ev in:   *Zimanê kurdî ku zimanê bi milyonan mirovî ye ji bo çi wekî sûc tê hesibandin?    * Li Tirkiyeyê ji bo naskirin, parastin û pêşxistina zimanên cuda wekî hikûmet polîtîkayên we hene?    * Ji bo li welatê me statuyeke fermî ya kurdî çê bibe, wekî wezaret xebatên we hene?   * Di Desteya Giştî ya Meclîsê de ji bo çi axaftina kurdî ya parlementeran di girtekan de wekî "zimanekî nayê zanîn" cih digire?    * Li gor Atlasa Zimanên Di Talûkeyê De Ne ya UNESCO'yê, li Tirkiyeyê 18 ziman bi talûkeyê re rû bi rû ne. Ji bo parastina van zimanên navborî, wekî wezaret planeke we ya parastina ziman heye?"