Uca xwest ji bo kurdî komisyona lêkolînê ava bikin 2018-02-21 14:09:56 ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, diyar kir ku li ser zimanên dayikê tundiyek bi rêk û pêk heye û xwest di bin baneyê meclîsê de Komisyona Lêkolîne bê avakirin.  Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pêşniyarname da meclîsê. Uca, diyar kir ku li Tirkiye ji bilî tirkî li ser zimanên din zextên bi rêk û pêk hene. Uca, destnîşan kir ku bi taybetî piştî OHAL'ê li ser kurdî zext zêde bûne û saziyên kurdî bûne hedef. Uca, xwest li gorî erk û rola xalên 104 û 105’an meclîs lêkolîn bike û komîsyona lêkolinê bê avakirin.  Uca anî ziman ku 21'ê Sibatê wekî roja zimanê cîhanê hatiye qebûlkirin û wiha got: "Li Mezopotamya, ji dîrokê heta îro gelek ziman, bawerî û çand bi hevre û di nava hevde jiyane. Zimanê tirkî, kurdî, lazikî, çerkesî, pomakî abhazî, romanca, tatarî, hemşinî jî di navde nêzî 40 zimanên cuda li ser vê axê jiyane. Curebûna ziman û dewlemendiya dirokî û çandî ya civakê nîşan dide ku li ser vê axê jiyanek hevpar heye. Dîsa ewlehiya jiyana hevpar e. Lê li dijî vê yekê li Tirkiye ku niha feraset û bîrdoziya yek ziman, yek millet serdest e rê li pêş zinbûna zimanên din girtiye. Yek ji van zimanên ku rastî zextan û tunekirinê hatiye jî kurdî ye. Kurdî jî wekî tirkî xwedî kok û dewlemend e. Lê îktîdara AKP'ê bi salan e li ser ziman polîtîkayên bişaftin û tundiyê pêş dixe Televîzyon, rojname û ajansên bi kurdî weşan dikirin Azadiya Welat, ÎMC TV, Zarok TV, Jiyan TV, Azadi TV, Van TV û TV10, JINHA, DİHA hatin girtin. Dîsa dibistanên bi kurdî perwerde didan yên Ferzad Kemanger û dibistanên din, berhemên kurdî het hatin girtin û qedexekirin. Komeleya lêkolîna kurdî Kurdî-Der, hat girtin. Şanoyên kurdî hatin qedexekirin. Navê gelek cih û waran ên bi kurdî hatin qedexekirin û guhertin. Navê kurdistanê û gelek navên kurdî hatin qedexekirin. Ji bo kurdî bê parastin û derbasî nifşên siberojê bibin divê ji bo zimanê kurdî û zimanên din komîsyona lêkolînê li meclîsê bê avakirin û ziman bên parastin."