HDP: Zimanê dayikê mafê herî bingehîn e 2018-02-21 14:08:49 ENQERE – HDP’ê bi boneya 21’ê Sibatê daxuyanî da û got: “Ji bo em hemû zimanên zikmakî yên li Tirkiyeyê tên axaftin bixin bin mîsogeriya qanûn û makeqanûna perwerdehiyê, em ê têkoşîna xwe bidomînin."  Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da.  Daxuyaniya bi sernavê “Zimanê dayikê mafê herî bingehîn ê mirovan e” wiha ye:    “21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yên Cîhanê ji aliyê UNESCO ve hatiye qebûlkirin. Ji bo bikaranîna zimanê zikmakî û mafê perwerdehiya zimanê dayikê bi gelek peymanên navnetewî hildaye bin mîsogeriyê. Em bi vê wesîlê 21’ê Sibatê li hemû gelên welat, herêm û cîhanê pîroz dikin. Em bang li her kesê ku xwedî li zimanê xwe derdikeve rêzê nîşanî zimanên cuda jî bide.   Di sedsala 21’an de hêj mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê nehatiye qebûlkirin û ziman li saziyên dewletê qedexe ye. Em li welatek ku ziman lê qedexe ne dijîn. Ev rewş di warê mafê mirovan de tabloya şermê ye. Li Tirkiyeyê pêkanîna yek zimanî serdest e. Em di demên dawî de di pêvajoya qirkirina ziman û çandê de derbas dibin.   Axaftina zimanê dayika xwe ya li qadên cemaweriyê dikin sûc. Li bajarên kurdan sazî û dezgehên di bin banê şaredariyên DBP’ê de hatibûn vekirin û ku xizmeta kurdî didan hemû hatin girtin. Xizmeta pir çandî û tabelayên pir zimanî hemû ji aliyê qeyûman ve hatin daxistin.   Bi OHAL û KHK’iyan rojname, ajans, televîzyon, radyo, malper, komele, sazî, enstîtû hatin girtin û mohrkirin û xebatên medya civakî hatin qedexekirin.    Di 2018’an de jî girtekên kurdî yên li Meclîsê wek ‘zimanê nayê zanîn û nayê fêmkirin’ hat nîşandan û wek zimanê ‘x’ derbasî girtekan kirin. Ev yek jî kurteya hemû pêkanînan dide nîşandan. Lê li gel hemû astengî û qedexeyan jî em ê ji bo azadiya zimanê kurdî û zimanên din têkoşîna xwe dewam bikin. Heta zimanê kurdî û zimanên din di bin mîsogeriya qanûn û makeqanûn ên perwerdehiyê de cih bigire dê têkoşîna me her dem berdewam bike. Carek din em destnîşan dikin zimanê dayikê mafê herî bingehîn ê her mirovan e. Ziman rûmet e.”