Îdîanameya êrîşa di tunelê de li dijî emniyetê pêk hat, amade bû 2018-02-21 13:41:51 AMED - Dozger, têkildarî êrîşa bombeyî ya di tunela li bin Muduriyeta Polîsan Amedê pêk hat, îdianame amade kir. Dozger der barê 2 girtiyan de ji bo her yekî 4 caran muebeta giran û 12 hezar û 74 sal cezayê girtîgeh xwest.  Di 17'ê Nîsana 2017'an de li bin Muduriyeta Şaxa Lênerîn û Sehîkirinê ya Muduriyeta Polîsan a Amedê tunel hatibû kolandin. Piştî tunel hat kolandin, di tunelê de êrîşeke bombeyî pêk hatibû. Li gor daxuyaniyên fermî yek jê polîs 3 kes miribûn. Dozgerê Amedê lêpirsina der barê bûyerê de temam kir û îdianame amade kir. Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 10'emîn a Amedê ve hat qebûlkirin. Dozger di îdinameyê de der barê bersûc M.O. (22) û M.H.M. (22) ên girtî de bi tawanbariyên "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê", "Kuştina kesê ji ber peywira xwe ya cemaweriyê bi cih dianî", "Kuştina bi qesdî", "Veguhastina maddeyên talûke", "zirardayîna mal" û "Zirardayîna malê cemaweriyê" xwest ku li her bersûcek 4 caran muebeta giran û 12 hezar û 74 sal cezayê girtîgehê bê birîn.  Dozger, parast ku ji bo kolandina tunelê şîrket hatiye avakirin û ji bo bersûc M.O. ji bo bersûc M.O. jî got bi tena serê xwe 40 rojî kolandiye.  Di îdianameyê de 561 kes wekî gilîdar cih girtin û der barê 11 kesên wekî gumanbar hatibûn binçavkirin de jî biryara neşopandinê hat dayîn.    Kesên di îdianameyê de bi awayekî girtî tên darizandin tiştên pê tên tawanbarkirin red kirin.