Operasyona Efrînê mitînga li Eskîşehîrê da qedexekirin 2018-02-21 13:34:40 ESKÎŞEHÎR – Walîtiya Eskîşehîrê, mitînga dê li dijî santrala termîkê ya ku Deşta Alpuyê tehdît dike bihata lidarxistin, bi hinceta operasyona Efrînê qedexe kir.  Li Eskîşehîrê santrala termîkê Deşta Alpuyê tehdît dike û rê li ber gelek xesarên jiyana xwezayî vedike. Li dijî tehdîta santrale, 112 rêxistinên sivîl ên civakî deklarasyonek aşkere kirin û ragihandibûn dê 24’ê sibatê mitîngek li dar bixin. Mitînga dê bi dirûşmeya “Eskîşehîr hêja ye, em santrala bi komir a termîk naxwazin” pêk bianiya.    Lê Walîtiya Eskîşehîrê der barê lidarxistina mitîngê de daxuyaniyek da û bi hinceta operasyona Efrînê mitîng qedexe kir.