DBP’yiyên hatin berdan, dîsa hatin binçavkirin 2018-02-21 13:31:32 MUGLA – Li Marmarîsê 7 DBP’yî hatibûn binçavkirin û dadgehê ew berdabûn. Li ser îtîraza dozgeriyê ji 7 kesan 4 kes dîsa hatin binçavkirin.  Li navçeya Marmarîs a Muglayê di 19’ê sibatê de li ser fermana Dozgeriya Komarê ya Marmarîsê 7 endam û rêveberên Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Marmarîsê hatibûn binçavkirin û dadgehê ew berdabû. Hevserokê DBP’a Marmarîsê Yilmaz Nas, rêveberê partiye Omer Vergîlî jî di nav de 7 kes hatibûn binçavkirin. kesek jî ji ber ne li malê bû nehatibû binçavkirin.    7 kes di heman rojê de bi hinceta “Propaganda rêxistinê kirine” sewqî dadgehê hatin kirin û li vir hatin berdan. Lê Dozgerê Marmarîsê yê lêpirsîn birêve dibe îtîrazê berdana 7 kesan kir û ji bo wan carek din biryara binçavkirinê derxist. Di çarçoveya biryarê de polîsan bi ser mala Hevserokê DBP’a Marmarîsê Yilmaz Nas, rêveberê partiye Omer Vergîlî, endamên partiye Arîf Çelîk û Mehmet Salîh Donat de girt û carek din binçav kirin.    3 kesên din ji ber ne li malê bûn nehatin binçavkirin.